BI DÎMEN

Malbatên Sûrê: Bêyî ku hovîtî were jibîrkirin, 'NA'

Malbatên Sûrê yên ku ji bo cenazeyên zarokên xwe bistînin ketin greva birçîbûnê, bi şev û roj nobet digirtin, diyar kirin ku ew ê hovîtiyê ji bîr nekin û di referandûmê de bibêjin NA.

Malbatên Sûrê ku birîna wan hê ne kewiya ye, her yek jê kurekî xwe, keçeke xwe spartî axê, her Pêncşemê li goristana Yenîkoyê dicivin, êşa xwe ji hev re dibêjin û sivik dikin êşên xwe. Malbat destê xwe di ser gorên zarokên xwe re dibin û hesreta xwe dijîn. Malbat dibêjin ew ê ti caran êşa ku dewletê dayî wan ji bîr nekin û diyar kirin ku ew ê di referandûmê de bibêjin NA.

'JI BO KU EM BIBÊJIN NA GELEK SEDEM HENE'

Bavê Mahsûm Polat (22) ê ku li Sûrê jiyana xwe dest dayî Yusuf Polat got, çi kesê ku xwedî ûcdan be divê di referandûmê de bibêje NA û anî ziman, ji bo vê jî gelek sedem hene. Polat diyar kir ku ew ê ji dîkatatoriya yek zilamî re bibêjin NA û wiha domand: ‘’Heke em bibêjin Erê em ê Tirkiyê radestî yek zilamî bikin. Ji bo vê jî em dibêjin ‘na’ Lê ji bo ku em bibêjin na bêhtir sedemên me hene. Em mexdûrê Sûrê ne. Min kurê xwe da. Ez weke kesê ku ev êş jiyaye ti cara ez ê nebêjim erê. Divê her kes vê hovîtiyê bibîne û li gorî vê di referandûmê de dengê xwe bi kar bîne."

'LI SER EV QAS ÊŞ EM Ê BIBÊJIN ERÊ?'

Bavê Turgay Gîrçek (16) ku li Sûrê jiyana xwe dest dayî Murat Gîrçek jî got, di şerê Sûrê de wî kurê xwe ji dest daye û wiha domand: "Li gel ku em welatiyê vê dewletê jî bûn zarokên me kuştin, malên me bi ser me rûxadnin, em şepirze kirin. Li ser ev qas êşê em dikarin bibêjin erê? Helbet em ê bibêjin, NA."

'PIŞTÎ VÊ SAETÊ TI DENGÊ KU EZ BIDIM WAN NÎN E'

Gîrçek diyar kir ku berdêla wê her çi dibe jî ew ê dengê ‘NA’ bide û got: "Heke sibe erê derkeve ev dewlet wê me bikuje. Wê zarokên mane jî bikujin. Ti hêviya me ji vê hikûmetê nemaye. Ji bo vê em ê bibêjin na. Hikûmet bila ti erêyê ji me  Başûrê Rojhilat hêvî neke. Di televizyonan de dibêjin em ji kesê ku dengê xwe dane HDP’ê dengan dixwazin.  Qey me ehmeq dibînin? Me ev hikûmet, qesr me nas kir. Ji vê saetê û şûn de ti dengê ku em bidin wan nîn e."

'EV DESTHILATDARÎ WÊ TÊK BIÇE'

Gîrçek bal kişande ser wê ku ew yek zilamî û yek sîstemê naxwazin û wiha domand: "Dema ku sîstema seroktiyê hat wê meclîsê bigirin. Wê me bikujin. Em dibêjin bi sîstema seroktiyê ev ê pêk werin. Bi sîstema seroktiyê re Tirkiye wê bibe weke Yemen, Tunus, Misiri Sûriyê. Ev dewlet ji hev feşkilîn. Di şer de mirov hatin kuştin. Ji bo vê jî bila kes ne li hêviyê be ku em dengê erê bidin kujerê zarokên xwe. Zarokên me bikuje, bajarên me kavil bike, goristanên me bombe bike û piştre dengan ji me bixwaze. Em dibêjin na, na. Ev desthilatdarî wê têk biçe. Ev gel li dijî desthilatdariyê xwedan helweste. Ji vê xakê sedî 35 jî wê nestînin."

'Ê KU BIBÊJE ERÊ ÎXANET KIRIYE'

Pîra Şervan Bakir Saadet Çami jî got: "Erdogan te ji bo me çi kiriye ku dengan ji me dixwazî? Te em kuştin, em sirûgn kirin, te em ji zarokên me dûr xisitn. Ey dewlet te çi qencî bi me kir ku dengan ji me dixwazî?"

Çami bi berdewamî got ew ê bibêjin na û got ciwan hatin kuştin an jî avêtin zindanan û wiha domand: "Wekîlên me girtin. Te tiştekî baş bikira me yê ji te re bigota erê. Em we qebûl nakin. Ez bang li hemû Kurdan dikim. Ên ku şeref û namûsa wan heye, divê her kesê ku êşa zarokan neditiye ji dîktator re bibêjin na na na. Kî bibêje erê îxanet li gelê xwe kiriye."

'NE DEMA TIRSÊ YE'

Xwişka Xeba Erkaplan ku di 25 saliya xwe de li Sûrê jiyana xwe ji dest da, Evî Erkaplan jî got: "Bes e êdî vê zilmê ji ser me rakin. Em westiyan êdî ji ber Kurdbûna xwe vê zilmê dijîn. Kezeba me şewitî, em dîsa dibêjin aştî. Em aştî dibêjin. Ne guneh e ku ev qas ciwan kuştin. Em hemû ne misilman in? Bila her kes çavê xwe veke. Bila her kes bibêje, NA."

'5 MEHAN CENAZEYÊN ME NEDAN ME'

Diya me Ramazan Ogut ê ku 17 salî li Sûrê hatî kuştin Elîf Ogut got ew ê ji wê hişmendiyê re ku zarokên wan kuştine bibêjin, ‘na’ Ogut got li ser xwîna kurê xwe ew ê nebêjin erê û wiha domand: "5 mehan me nikarîbû cenazeyê Ramazan ê di nava kavilan de bistînin. Tenê ji bo vê jî be ez ê bibêjim na. Tiştekî ku li ser vê were gotin nema. Xwedê heqê zarokên me li wan nehêle. Heta ku em vê êşa xwe bijîn em ê bibêjin NA."

Ogut got, ku NA bi ser bikeve Erdogan wê dîn bibe û bang li gelê Kurd kir ku ji ber Sûrê bibêjin, NA.