BI DÎMEN

Malbatên şervan û şehîdan: Bila PDK komên xwe ji Şengalê vekişîne

Malbatên şervanên Şengalê û şehîdan li dijî êrîşên komên çete yên bi ser PDK’ê ve daxuyanî dan û gotin bila PDK komên xwe ji Şengalê bikişîne.

Malbatên şervanên Şengalê û şehîdan diyar kirin, ew ê li hemberî her êrîşê bisekinin û ji PDK’ê xwestin ku komên xwe paş ve bikişîne. Malbatan her wiha ji hikûmeta Iraqê jî xwestin ku alîkariyê bike ku çeteyên Tirkiyeyê ji herêmê bêne derxistin. 

Malbatên şervanên Êzdîxanê û malbatên şehîdan li ser êrîşên komên çeteyan ên PDK’ê li Serdeştê ya Çiyayê Şengalê daxuyaniyeke çapemeniyê dan. Di çalakiyê de  dirûşmeyên, “Şehîd namirin”, “Bimre xiyanet”, “Hol hola Tawisê Melek e” hatin berzkirin,  li ser navê malbatan İlyas Qasim daxuyanî xwend.

Daxuyanî wiha ye: 

“Êrîşên dawî yên li ser gelê me pêk hatin, ji aliyê wan  kesên çekdar ve ku ji Şengal, Til Efer û Rojava reviyane Başûrê Kurdistanê û ji aliyê dewleta Tirk ve hatine perwerdekirin, pêk hatine. Ev komên ku navê “Pêşmergeyên Rojava” li xwe dikin û Serokê PDK’ê serkêşiya wan dike, bi alîkarî û fermana dewleta Tirk tevdigerin. Ev kom li hemberî hêza YBŞ/YJŞ’ê dikin ku ji keç û xortên Êzidiyan pêk tên û xakek bi hezaran kilometer bi xwîna xwe ji destê DAIŞ’ê rizgar kirin.  
Di vê êrîşê de gelê Êzidî ji xwe re kirine hedef. Ji ber  ku van koman tang û topên xwe  anîn devereke ku pêwîstî bi tiştek wisa nîn e. Bêyî biryara YBŞ û Asayîşa Êzdîxanê hatin ku vê deverê dagir bikin. Dema Asayîş û YBŞ’ê sedema hatinê ji wan pirsî, gule li wan reşandin. Di êrîşê de 5 şervanên YBŞ`ê  û 2 şervanên HPG`ê şehîd ketin.

Ev plan piştî serdana Berzanî ya Tirkiyeyê hatiye çêkirin. Hemû hewldanên wan ji bo tunekirina Êzidiyan û teslîmgirtina îradeya wan bû. Wekî fermana 3’yê Tebaxa 2014’an îro jî heman hewldan hene. Bi awayekî eşkere li dijî Êzidiyan şer kirin, lê ev plan bi keç û xortên Êzidxanê têk çû. 

Barzanî gelek caran Şengal bi hinceta derketina PKK’ê bi êrîşkirinê tehdît kiriye, lê çima Barzanî li devereke wekî Zaxo, Erbîl û Silêmaniyê  êrîşî PKK’ê nake. Wekî malbatên şervanan û şehîdan, em ê li dijî her êrîşeke li ser gelê Êzidî bisekinin. Em ji bo parastina Çiyayê Şengalê li vir in. Em vê xakê biparêzin û serî natewînin. 

Em ji PDK’ê dixwazin ku hêzên xwe yên ku tiştek ji bo gelê me nekiriye, paş ve bikişîne. Ev hêz bûne rêgir, aramiya deverên me xirab dikin. Em daxwaz ji hikûmeta Iraqê dikin ku ji bo derxistina çeteyên Tirkiyeyê bibe alîkar.”