Malbatên şehîdan ên li Başûr: Her ku têk diçin, êrîş dikin

Malbatên şehîdan ên li Başûrê Kurdistanê kesên ku li hemberî êrîşên li ser Kampa Penaberan a Mexmûrê û Çiyayê Asosê bêdeng dimînin bi zimanekî tund şermezar kirin û banga yekîtiyê kirin.

Malbatên şehîdan ên li Başûrê Kurdistanê kesên ku li hemberî êrîşên li ser Kampa Penaberan a Mexmûrê û Çiyayê Asosê bêdeng dimînin bi zimanekî tund şermezar kirin.

Sîrvan Raûf ê ku li hemberî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwe şewitandibû, birayê wî Dara Yûsûf diyar kir, dewleta Tirk her ku têk diçe, dest bi êrîşan dike.

Yûsûf ji bo kesên ku di êrîşa li ser kampê de jiyana xwe ji dest dane jî sersaxî xwest û got, “Li gorî me dewleta faşîst a Tirk û PDK’ê bi hevkarî ev êrîş kirine. Ji ber ku serkeftina HDP’ê ya li Bakur û ya li Rojava hezm nakin, êrîşî gelê me dikin. Em li ser navê şehîdan dibêjin, ji bo ku qetlîameke din pêk neyê divê em di nava yekîtiyê de bin.”

‘ERDOGAN NE BI TENÊ DIJMINÊ PKK’Ê, DIJMINÊ HEMÛ KURDAN E’

Îbrahîm Mihemmed Emîn ê ku ew jî malbatên şehîdan ên li Başûrê Kurdistanê ye got ku, “Em êrîşên li ser Çiyayê Asosê û li ser Mexmûrê lanet dikin. Ligel ku ev qetlîam hatine kirin jî, partiyên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê bêdeng dimînin. Zagonên navneteweyî, hikumeta herêmî û ya dewleta Iraqê bin pê dikin û tên Asosê bomberdûman dikin. Lê hê jî NY û hikumeta Başûr bêdeng in. Erdogan ne bi tenê dijminê PKK’ê ye, di heman demê de dijminê hemû Kurdan e. Divê em jî li her çar parçeyan nerazîbûna xwe ya li hemberî vi tiştî diyar bikin.”

‘KESÊN BÊDENG DIBIN ŞIRÎKÊN QETLÎAMAN’

Çinar Mihemed Emîn ê ku xizmê şehîdan e got ku, “Dewleta Tirk berê çiya û gundên Kurdistanê bomberdûman dikir. Niha jî li nîveka Kurdistanê kampa penaberan bomberdûman dike. Mixabin hikumeta Başûrê Kurdistanê û partiyên siyasî li hemberî van êrîşan xwe berpirsyar nabîne û bi ser de jî bêdeng in. Hikumeta herêmê jî bi vê bêdengiyê dibe şirîkê van qetlîaman.”