Malbatên Rojhilatê Kurdistanê piştgirî dan çalakiyên greva birçîbûnê

Malbatên ji Rojhilatê Kurdistanê ku penaberî Başûrê Kurdistanê bûne û li wir dijîn, piştgirî dan çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven.

Piştevaniya bi çalakiyên grevên birçîbûnê yên ji bo bi dawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didomin. Malbatên Rojhilatê Kurdistanê ku li bajarê Qeladizê yê Başûrê Kurdistanê dijîn dest bi greva birçîbûnê kirin.

Komek ji malbatên welatparêz ên ji ber zexta rejîma Îranê koçber bûne û li Başûrê Kurdistanê dijîn piştgirî dan çalakiyên grevên birçîbûnê yên ji bo bidawîkirian tecrîda li ser Ocalan û azadiya Ocalan.

Peyama çalakgerên greva birçîbûnê ya malbatên Rojhilatê Kurdistanê wiha ye; “Em malbatên ji Rojhilatê Kurdistanê piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD û Parlamentera HDP’ê Leyla Guven, girtiyên ji doza PKK/PAJK’ê dikin. Daxwazên wan rewa ne û em hevî dikin ku sekeftinê bidest bixin.”