Malbatên Roboskiyê nerazîbûn nîşanî biryara DMME’yê dan

Malbatên Roboskiyê lêgerîna xwe ya edaletê di hefteya 351’an de pêk anîn û nerazîbûn nîşanî biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê dan. Malbatan gotin ku, “Ev doz ji Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê mezintir e.”

Li gundê Roboskê yê Qilebana Şirnexê ji ber bomberdûmana balefirên şer ên artêşa Tirk 34 kes hatibûn qetilkirin. Malbatên kesên ku hatine qetilkirin di hefteya 351’emîn a edaletê de li Goristana Roboskiyê hatin ba hev. Li ser navê malbatan Velî Encu daxuyanî da.

Encu diyar kir ku ji bo darizandina kujeran ew her hefte bang dikin û got ku, “Ji bo kujer werin cezakirin, me li her derî da.” Encu nerazîbûn nîşanî biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê da. Encu got ku, “Biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê wekî ya dadgeha herêmî ye. Têkoşîn û doza Roboskiyê ji DMME’yê mezintir e. Heta ku kujer werin darizandin û cezakirin, ew ê têkoşîna me bidome.”