Malbatên Roboskiyê lêgerîna edaletê didomînin

Malbatên Roboskiyê, lêgerîna edaletê di hefteya 339’an de didomîne. Roboskiyan bibîr xist ku êş û azarên wan ji nedîdî ve tê û gotin: “Yên 24’ê Hezîranê hatin ji bo me nabin hêvî.”

Malbatên 34 ciwanên Kurd ên di 28’ê Kanûna 2011’an de li gundê Roboskî yê girêdayî navçeya Qilaban a Şirnexê di encama bomberdûmana balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker de jiyana xwe ji dest dabûn di lêgerîna edaletê ya hefteya 339’an de li ser gorên zarokên xwe hatin ba hev. Li ser navê malbatên ku wêneyên zarokên xwe hildabûn Velî Encû axivî.

Encû bibîr xist ku êş û azarên wan ên ev 339 hefteye ji nedîtî ve tê û diyar kir ku sozên ku bi salan e tê dayîn hê ti soz bi cih nehatine û ev tişt got: “Desthilata AKP’ê ya ku bêedaletî mehkûmî me kirî, wê ti car ji bo Malbatên Roboskî nebin hêvî. Yên ku 24’ê Hezîranê bi ser ketîn, wê ji bo ne ti mezlûm û ne jî me nebe hêvî.”