Malbatên girtiyan: Em bi têkoşîna bi rûmet a zarokên xwe re ne

Malbatên girtiyan ên di Nobeta Edaletê de gotin, "Em bi têkoşîna bi rûmet a zarokên xwe re bin."

Malbatên girtiyan di çalakiya Nobeta Edaletê de ya ku bi armanca berdana girtiyên ku cezayê wan xelasbûyî lê nayên berdan û ji bo berdana girtiyên nexweş dabûn destpêkirin di roja 227’an de li ber edliyeyê Amedê hatin cem hev. Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Kesên li Dergûşa Şaristaniyê Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER), Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED), Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER), endamên Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) jî tevlî çalakiya malbatan bûn.

Xizmê girtiyan Reşahat Ada di çalakiyê de axivî û got, "Îro zordarî û zilm li ser zarokên me tê kirin. Berdana wan tê betalkirin. Em naxwazin darbestên zarokên xwe werbigirin."

Ada bal kişand ser mirinên li girtîgehan û got, “Heta niha 18 tabût hatine. Em naxwazin tabût piştî vê deqîqeyê şûnde were. Bila înfazên zarokên me neyên şewitandin, bila zarokên me bên dermankirin. Em vê zilmê qebûl nakin. Em ê bi têkoşîna bi rûmet a zarokên xwe re bin."

BANG LI PARTIYAN HAT KIRIN

Xizmê girtiyan Herdem Mervanî jî got, "Heta niha ti daxwazên me nehatine bersivandin. Her wiha girtiyên me yên nexweş sirgûnî bajarên din dikin. Malbat jî bi vê yekê tên cezakirin. Em li benda wan rojan in ku bên berdan. Em bang li partiyên siyasî dikin, bila destên xwe deynin ser wijdanê xwe û dengê me bibihîzin. Rewşa girtiyên nexweş her roj girantir dibe. 30 sal bavê we jî li girtîgehê ma? Yan hûn 30 sal benda derketina bavê xwe yê nexweş mane?”