Malbatên girtiyan banga xwedîderketina li nobetê kirin

Nobeta malbatên girtiyan ya li Amedê roja 4’an de didome. Malbatan banga xwedîlêderketina nobetê kirin.

Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan ku li Avahiya Xizmetguzariyê ya Baroya Amedê bi armanca balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş dabûn destpêkirin, di roja 4’mîn de didome.

Di nobeta îro de hevjîna Siddik Gulerê ku li Girtîgeha Îskenderûnê tê girtin Hasîne Guler, Dayika Ahmet Kolakanê li Girtîgeha Nimreya 2’emîn ya Bandirmayê Fevziye Kolakan, bavê Civan Boltanê li Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa F a Bolû Hakki Boltan, Xwîşka Abdulselam Gulerê li Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa D a Amedê Încî Guler, xwîşka Hamdûsena Adayê li Girtîgeha Nimreya 2’emîn a Tîpa T a Amedê Reşahat Ada û Xwîşka Yehya Baytarê nexweşiya dil pê re heye û li Girtîgeha Tîpa D a Amedê tê girtin Neziyet Baytar cihê xwe girtin.

Rêvebera Giştî ya Navendî ya Saziya Hiqûqzanên Ji bo Azadiyê (OHD) Newroz Ûysal, Hevseroka Şaxa OHD ya Amedê Ozum Vûrgûn û parêzerên OHD’î serdana malbatan kirin. Di serdanê de Newroz Ûysal axivî û got “Heya ku daxwazên malbatan yên ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş nobetê digirin werin bicihanîn, em ê piştgiriya ji bo malbatan bidomînin.” Ûysal her wiha destnîşan kir ku daxwazên malbatan di aliyê hiqûqî de daxwazeke mafdar e û anî ziman ku berpirsiyartiyên ku dikevin ser milên wan ew amade ne ku pêk bînin.

Hin malbatan jî li wir axivîn û diyar kirin ku ger daxwazên wan neyê pêkanîn, ew ê wek dayik û xwişk û bira nobeta xwe didomînin. Malbatan diyar kirin ku ew edalet û hiqûqê dixwazin û gotin bila sedema bernedana girtiyan were eşkerekirin.

Di axavtinên malbatan de her wiha bal hate kişandin li ser nêzîkatiyên dermirovî û derhiqûqî yên li hemberî girtiyan tê pêkanîn û ev bang kirin, “Banga me ev e ku ev pirsgirêk werin çareserkirin.”

Rêveberê Şaxa OHD ya Amedê Mûhîttîn Mûgûç jî diyar kir ku li girtîgehan şewba koronayê dikin hincet û mafên girtiyan hatiye sînordarkirin. Mûgûç destnîşan kir ku ew wek OHD soza dayina her cûre piştevaniyê didin û ragihand ku ew ê têkildarî pirsgirêkên girtî pêre rû bi rû tên hiştin gavên hiqûqî biavêjin.

Herî dawî xwîşka Yehya Baytar, Neziyet Baytar jî bal kişande ser rewşa birayê xwe yê nexweşiya dil pê re heyî û ev bang kir, “Bang li hemû malbatên girtiyan dikim, her kes were vê derê û piştgiriyê bidin.”