Malbatên Behdînanê ji bo xizmên xwe yên girtî bang kirin

Malbatên xizmên wan li Herêma Behdînanê hatine girtin ragihandin ku ji Tebaxa 2020’an ve PDK’ê li herêma wan 280 kes destgîr kirine û heya niha 17 kes di girtîgehê de ne. Malbatan bang li rêxistinên mafê mirovan kirin.

Malbatên Dihokê yên xizmên wan li Herêma Behdînanê ji aliyê PDK’ê ve hatine girtin, derbarê welatî, çalakvan û rojnamevanên hatine girtin, daxwaznameyek radestî rêxistinên Mafê Mirovan û Civaka Sivîl kirin.

Di daxwaznameya malbatan de ev tişt tên gotin; "Di 13’ê Tebaxa 2020’an de PDKê bi rêya saziyên îstîxbaratê li Duhokê hewlek ne demokratîk û derveyî qanûnan da destpêkirin. Di encamê de bi dehan çalakvan, mamoste, welatî û rojnamevanên Duhokê tên revandin û girtin. Hejmara kesên hatibûn destgîrkirin zêdetirî 280 kes bûn. Malbatên gelek ji wan di bin zexta êşkence û gefê de, neçar man peymana ku asayîşê dayî ber wan îmze bikin û dagirin. Bi wî rengî gelek kes hatin berdan. Lê heya niha jî 17 kes di girtîgehê de ne û cihê wan nayê zanîn. Li gorî agahiyên ne fermî tê gotin ev kes li Mesîfê têne ragirtin.

Divê ji bo azadiya kesên girtî, hewldanên cidî werin kirin û ev pêvajoya metirsîdar raweste. Ji ber ku metirsiyê li ser pêvajoya demokrasî ya Herêma Kurdistanê heye.

Ev pêvajoya girtin û destgîrkirinê, ji ber zêdebûna nerazîbûna dengê azad pêk tê. Ji ber ku xelk daxwaza dayîna mûçeyê xwe û xizmetek baş dikin. Rewşa azadiyê xirabe, her wiha bê biryara dadgehê rojnameger, mamsote û çalakvan, têne girtin. Bi taybet şêwazê revandina mamoste Şivan Seîd a li ber çavê jin û zarokan, ber çavane. Rewşa derûniya zarokên wî xirabe. Ev girtin û destgîrkirin, hemû ji bo bêdengkirina dengê azade. Ev yek ji bo demokrasiya herêmê metirsiye.

Di aliyê yasayî de jî, li herêmê gorî yasaya hejmara 11 a xwepêşandanan yasaya 35 ya rojnamevaniyê, her wiha destûra Iraqê de jî li gorî madeya 38 mafê xwepêşandan û nêrînên cûda heye. Lê saziyên îstîxbaratê berevajî yasaya Iraqê xelkê direvînin. Bi hêceta sucên bê bingeh yên weke 'PKK û têkdana aramiyê', welatiyan direvînin. Her wiha Encumena Asayîşa Herêmê jî ji 5 kesan pêktê, di 26 Cotmehê de daxuyaniyek matmayî belavkir. Bi awayek raste rast xelkê bi sucê terorê tewanbar kir. Ev yek ji aliyê her dû endamên PDK’ê yên encumenê ve hate belavkirin. Em vê yekê red dikin.

Gumana me heye ku kesên niha girtîne, hatibin êşkence kirin. Dibin gefa wan de em ditirsin ku nivîsan bi wan bidin nivîsandin. Bê ku biryarek dadgehê hebû telefon û kel û pelên malbatê jî desteser kirine. bi wêneyên malbatên wan gef li kesên girtine dikin. Ev yek gelek metirsîdare û desthilat ji vê yekê berpirse.

Em bang dikin di demek zû de hewldanên cidî ji bo azadiya girtiyan werin kirin û ev pêvajoya metirsîdar were rawestandin.

Navê hinek kesên ku li Herêma Behdînanê hatibûn binçavirin û gelek ji wan hîn dibin çavan dene, wiha ye:

Rojnameger Şêrwan Şêrwanî, di 7’ê Cotmeha 2020’an de li Dihokê hatiye binçavkirin.

Mamosta Şivan Seîd Beroşkî li dihokê di 22’ê Cotmeha 2020’an dehatiye binçavkirin.

Rojnameger Guhdar Zêbarî li Akrê di 22’ê Cotmeha 2020’an de hatiyebinçavkirin.

Rojnameger Eyaz Kerem li Dihokê di 22’ê Cotmeha 2020’an de hatiye binçavkirin.

Çalakvan Harîwan Îsa di 22’ê Cotmeha 2020’an de li Sêmêlê hatiye binçavkirin.

Çalakvan Bedel Berwarî 18’ê Tebaxa 2020’an li Dihokê hate binçavirin.

Çalakvan Umêd Beruşkî jî li Dihoê di 18’ê Tebaxê de hatiye binçavkirin.

Mamosta Mesud Şengalî di 30’ê Tebaxa 2020’an de li Dihokê hatiye binçavkirin.

Mamosta Silêman Kemal Harîkî di 6 Îlona 2020’an de li Akrê hatiye binçavkirin.

Çalakvan Silêman Musa Zêbarî (6’ê Îlona 2020)

Mamosta Salih Ebdulcebar (20 Tebax 2020 Şêladiz)

Mamostayê zanîngehê Bendewar Eyub Reşîd (4’ê Îlona 2020 Dihok)

Çalakvan Pehlewan Adil Binavî 4 Îlon 2020 Dihok

Çalakvan Karker Ebas Elî 4 Îlon 2020 Dihok

Çalakvan Welat Gewda 9’ê Îlon 2020 Zaxo

Mamosta D.r Amir Dihok

Ji ber hîn jî girtin û binçavkirin dewam dikin, egera hejmar zêde be heye. Lê ev navê beşek ji wan kesên ku hatine binçavkirin.