Malbatên Şehîdan tecrîda li ser Ocalan şermezar kirin

Malbatên Şehîdan li Saziya Malbata Şehîdan a Mexmûrê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin.

Li Saziya Malbatên Şehîdan a Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) malbatên şehîdan tecrîda girankirî ya li ser Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi daxuyaniyekê şermezar kirin.

Daxuyanî bi deqeyek rêzgirtinê ve ji aliyê Mamoste Silamet Erdogan ve hate xwendin.

‘DIJMIN JI NEXŞERÊYA RÊBERTIYA ME DITIRSE’

Mamoste Erdogan bal kişand ser  keda ku bi xwîna şehîdan hatiye avakirin û got: “Kesên ku rastiyên civakbûna mirovahiyê li ser dika dîroka mirovahiyê bi raya giştî re parve dikin şehîd in.Bi vê boneyê em weke malbatên şehîdan yên ku li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî dijî, vê rastiyê ji her kesê zêdetir dibînîn. Ji bo vê yekê pêwîste em weke malbatên şehîdan vê heqîqetê ji her kesê bêhtir bi parêzin. Vê tecrîda girankirî ya li ser  Rêbertiya xwe şermezar dikîn. Ji ber vê sedemê em hemû baş dizanin ku yekane rêya çareseriya tevayî pirsgirêkên Rojhilata Navîn û cîhanê, Nexşerêya Rêbertiya me ye. Ji ber dewletên dagirker,  bitaybet dewleta Tirkiye ji nexşerêya Rêbertiya me ditirse, ji ber vê çendê ketiye di nava hewildanên têkiliya Rêbertiya me bi cîhana derve, gelê Kurd û bitaybet bi Tevgera Azadiyê re qût bike.”

‘HÛNÊ NIKARIBIN ME Û RÊBERTIYÊ JI HEV QÛT  BIKIN’

Di daxuyaniyê de Mamoste Selamet Erdoanbal qala girêdana xurt a navbera Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelê Kurd û wiha pêde çû: “Nêzî 40 sal e ku gelê Kurd bi Rêbertî û Tevgera xwe re şerê hebûn û tinebûnê dide meşandin. Lêwra ji ne gengaze ku hêzên dagirker û xwînmijên gelê Kurdistanê bi karibin qutbûnê bêxin di nava gelê me û Rêbertiya me de. Em dubare dibêjin hêzên dagirker yên ku tecrşîda girankirî ya li ser Rêbertiya me dide meşandin, hûn çiqasî hesabên qirêj bikin, em dest ji doza xwe bernadin, heta ku em bigihin azadiya Rêbertiya xwe.”

‘CPT ERKA XWE PÊK BÎNE’

Mamoste Erdogan bang li hêzên ku dibêjin ku mafê mirovan diparêzin û got: “Em bang li hêzên Navnetewî û yên Mafê mirovan bitaybet CPT dikin ku erka xwe ya li beramberî Rêbertiya me pêk bîne û tecrîda girankirî ya li ser Rêbertiya me bidin rawestandin.”

Daxuyanî bi  diruşma “Rêbertiya me hizir û baweriya me ye” Û “Bimire hemû cûreyên tund û tûjiya li ser Rêbertiya me û gelê Kurdistanê” dawî bû.