Malbata Yildizê ku leşkeran ew kuştibû ji bo DNA’yê xwîn da

Malbata Mûrat Yildiz ê ku leşkerên Tirk ew kuştibû, ji bo testa DNA’yê xwîn da. Bavê wî Mazlûm Yildiz diyar kir ku 4 cenaze hebûn û cenaze nedihatin naskirin.

Mûrat Yildiz (28) ê ji gundê Kilmera Pilûra Dêrsimê ji bo ji heywanên xwe re stargehê çêbike çûbû gundê Agaçpinarê. Leşkerên Tirk li bejahiya gund Yildiz kuştibûn.

Ji bo tespîtkirina nasnameyê malbata wî bi daxwaza Serdozgeriya Komarê ya Pilûrê çûn Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê û xwîn dan.

Dêya wî Sakîne Yildiz ji bo testa DNA’yê xwîn da û malbat vegeriya Dêrsimê. Bavê wî Mûrat Yildiz diyar kir ku wê mînaka DNA’yê ji Stenbolê were şandin. Yildiz diyar kir ku li morgê yek jê jin 4 cenaze hebû û got “Cenaze nedihatin naskirin. Em jî hewl didin li ber xwe bidin.”