Malbata Talli bang kir: Zarokên me radestî dewleta Tirk nekin

Malbata herdu penaberên li Swîsreyê li ber dersînorkirinê ne bang li saziyên mafên mirovan kirin ku nehêlin zarokên wan radestî dewleta Tirk bên kirin.

Malbata Abdulkerîm Talli (25) û Ahmet Talli (32) ên ji Wargeha Penaberan a Rustem Cûdî (Mexmûrê) ku li Swîsreyê serlêdana penaberiyê kirin, lê belê serlêdana wan nehate qebûlkirin û li ber dersînorkirinê ne, bang kirin.

Bavê her du penaberan Mehmet Emîn Talli bal kişand li ser rewşa zarokên xwe û wiha got: "Em sala 1994'an ji ber zilma dewleta Tirk neçarî penaberiyê bûn û niha li Wargeha Penaberan a Mexmûr ne. Her du  zarokên min piştî dibistan xilas kirin, ji bo ku kar bikin berê xwe dan Swîsreyê û li wê derê serlêdana penaberiyê kirin, lê ji bo bên dersînorkirin hatin girtin. Parêzerê ku doza wan dişopîne jî nêzî dewleta Tirk e û ji wan re gotine ku 'hûn ne hemwelatiyên Wargeha Mexmûrê, em ê we radestî dewleta Tirk bikin'."

Talli bang li Kurdistaniyan û saziyên mafên mirovan kir ku ji bo wan bibin alikar û nehêlin zarokên wan radestî dewleta Tirk bikin.

Birayê her du penaberan Hamît Talli jî bang li Neteweyên Yekbuyî û saziyên mafên mirovan kir ku li erk û berpirsyartiyên xwe xwedî derbikevin.