Malbata Şehîd Ednan: Heya xwîna me hebe em ê li ber xwe bidin
Malbata şervanê YBŞ’ê Ednan Reşo Qulo (Arif Şengalî) ku di êrîşa komên çete yên PDK’ê de şehîd bû, diyar kir ku ew nahêlin fermaneke din bi ser wan de bê û heta xwîn di canê wan de hebe, wê têbikoşin.
ANF
ŞENGAL
sêşem, 7 adarê 2017, 11:09
Malbata şervanê YBŞ’ê Ednan Reşo Qulo (Arif Şengalî) ku di êrîşa komên çete yên PDK’ê de şehîd bû, diyar kir ku ew nahêlin fermaneke din bi ser wan de bê û heta xwîn di canê wan de hebe, wê têbikoşin.
Malbata Şehîd Ednan ku di êrîşa 3'ê Adarê de li bajarokê Xanasorê di êrîşa çeteyên PDK’ê de şehîd bû, êrîş wekî xiyanet binav kir.
Bavê Şehîd Ednan, Reşo Qulo diyar kir ku tê xwestin fermanek din bê rakirin, lê ew nahêlin axa wan bê dagirkirin û wiha dom kir: "Eger ji bo biratiyê tên, em tevahî yek in û em qebûl dikin. Lê belê ji bona fermaneke din hatine û em wana qebûl nakin. Heta dilopek xwîna me hebe em nahêlin kes bê Çiyayê Şengalê û xaka me dagir bike. Em hêvî dikin ku Êzidî bi giştî bibin yek û dijmîn bişikînin. Ev ne biratî ye, her roj fermanekê tînin serê me. Ev kom ji Tirkan û çeteyên ku li hemberî keç û jinên me destdirêjiyê dikin pêk tên. Em kuştina kesekî naxwazin. Yên ku tên bila bizanin em Çiyayê Şengalê bernadin."
Birayê Şehîd Ednan Qehtan Qulo jî, anî ziman ku ev êrîş xiyanetek li hemberî Êzidîyan e. Qehtan diyar kir ku, armanca êrîşan fermanek din bû û got: "Birayê min şehîd kirin. Yên ku destpêkê jî êrîşî Şengalê kiribûn û komkujî pêk anîn, dîsa ev bûn. Heya xwîn di canê me de hebe, em ê liber xwe bidin.”