Malbata Orhan: Dev ji têkoşîna xwe bernadîn!

Adnan Orhan, hê 11 salî bav, ap û mixaletiyê wî hatin destgîrkirin û qetilkirin. Pê dizane ku faîl dewlet e û hemû hikûmet jî xizmeta vê dikin. Li gel vê jî dibêje heta ku malbat bi heqîqetê re hevrû nebe ew ê nesekine.

Adnan Orhan dibêje salên 90'î bav, ap û mixaletiyê wî hatine destgîrkirin û nebedîkirin û diyar dike dewlet ti caran di mijara nebediyan de ne jidil bûye, ji ber ku ev meseleya dewletê ye û dibêje, ''Em ê ji têoşîna xwe neyên xwarê.''

Selîm, Hasen û Cezayir Orhan 24'ê Gulana 1994'an hatin destgîrkirin û careke dî agahî ji wan nehate standin. Piştî bi salan li ser îfadeya şahidekî hestiyên wan hatin dîtin. Li eynî cihî ji ber ku hestiyên 8 kesan hebûn bi biryara dozgeriê hate gotin gor wê neyê vekirin. Adanan Orhan got bavê wî Selîm, apê wî Hasan û mixaletiyê wî Cezayîr ji hêla yekîneyeke komondo ve, ku digot ji Bolûyê ye hatine destgîrkirin.

Orhan diyar kir dema ku xwestin ku wan destgîr bikin wan li ber xwe dane lê bi zorê ew birine, bi quntaxa çekê li guhê xwîşka wî dane, xwîşka wî kerr bûye û piştî destgîrkirin wan serî li kûderê dabe jî nema agahî wergirtine.

Orhang got piştî destgîrkirinê bi mehekê agahî ji wan re hatiye, gotin li dehma Bagcilar a Qulpê mirovin hatine qetilkirin, apê wî û gundî çûne da ku biçin li cenazeyan binerin, dema ku diçin 8 cenaze dibînin ku li ser wan kincên gerîla hene û bi benzînê hatine şewitandin, dema ku bavê wî û apê wî hatine destgîrkirin ji ber ku silvîl bûne apê wî û gundiyan nekarîne ku cenazeyan teşhîs bikin û piştî bi salan li ser daxwaza kesekî cihê ku ew 8 kes lê hatibûn veşartin hatiye vekirin, çend parçeyên hestiyan birine Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê û agahî dane serlêdêr ku DNA li hev nekirine.

Orhan dibêje li ser vê agahiyê wî jî bi rêya parêzeran serlêdan kiriye da ku li DNA'yan binerin û di encamê de ji mînakên DNA'yan derketiye holê ku yên di gorê de yek jê bavê wî û yek jê apê wî ye lê mixaletiyê wî derneketiye holê, ew hê jî nebedî ye.

Orhan her wiha got ji bo ku rastî derkevin holê divê civak normalîze bibe û dewlet berpirsyariya xwe qebûl bike. Organ got, ''Bi destê dewletê hate kirin lê bi temamî bi destê hêzên tarî hate kirin. Ti caran hesab nehate pirsîn. Her hikûmetê ser vê girt, ji ber ku ev meseleya dewletê bû. Mixabin her hikûmetê ev kir. Hikûmetên dî jî wê eynî tiştî bikin. ''