Malbata gerîlayê HPG'ê Acay li hêviya cenazeyê xwe ye

Cenazeyê Seyîtxan Acay ê HPG’yî ev 135 roj in nadin malbatê. Dayik Acay, xwest êdî cenazeyê kurê wê bidin wê û got, “Çi dema ku min cenazeyê kurê xwe girt, ez ê wê demê şîna xwe bi dawî bikim.”

Seyîtxan Acay ê HPG’î, di 30’ê Tîrmeha 2020’an de, li Çiyayê Gabarê yê Şirnexê, piştî şerek dijwar di êrîşeke hewayî de, bi 2 hevalên xwe re şehîd bûbûn.
 
Gerîlayên ku şehîd bûbûn cenazeyên wan rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Malbata Acay ji bo ku cenazeyê kurê xwe bigire, çû serdozgeriyê û serlêdan kir. Malbatê, li cenazeyan mêze kir, lê ji ber cenaze parçe parçe bibûn, nekarî cenazeyê kurê xwe  nas bike. Malbatê li ser vê yekê ji bo DNA’yê mîna xwînê da û li benda encam ma. Di vê navberê de, cenaze li goristana bêkesan a Şirnexê hatin definkirin.  
 
Malbata Acay, piştî mînaka DNA’yê da û 3 meh şûn de, bihîst ku mîna xwînê hîna ji bo Saziya Tipa Edlî (ATK) nehatiye şandin. Malbat li ser vê yekê çû dozgeriyê û ji malbatê re hat gotin ku tayîna dozger derketiye. Rayedaran ji malbatê re gotin ku heya dozgerê nû bê divê rawestin.
 
Piştî ku dozgerê nû hat, di dawiya meha Cotmehê de, mînaka DNA’yê şand Saziya Tipa Edlî. Lê li gel ku 135 roj derbas bûn jî, cenazeyê Acay teslîmî malbatê neyê kirin. 
 
Dayika Seyîtxan Acay, Rûkiye Acay, piştî ku kurê wê jiyana xwe ji dest dide, reş girê dide û şîna kurê xwe digire. Rûkiye Acay, biryar dide ku hewa ew cenazeyê kurê xwe negire, reş girê bide. Dayika Acay a ku kincên reş ji xwe nake, diyar kir ku çi dema ku ew cenazeyê kurê xwe bigire, ew ê wê demê şîna xwe bi dawî bikim û kincên reş ji xwe bike. Acay, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Ez ji medyayê hîn bûm ku kurê min jiyana xwe ji dest daye. Ji bo me tu agahî nehat dayîn. Li morgê min kurê xwe nas nekir. Cenaze parçe parçe bibûn. Ji bo ku cenazeyê kurê xwe bigirim, min pir li ber xwe da. Heya ku ez cenazeyê kurê xwe bigirim ez ê têkoşîna xwe dewam bikim.” 
 
Acay, pirsa gelo ew ê heya kengî li benda bersivê bin kir û wiha hirsa xwe anî ziman: “Berî demekê me dîsa daxwazname da dozger. Ji bo vê em çûn gel dozger. Ji min re gotin ‘heya 2 mehên din raweste’ û daxwaznameya min ne girtin. Lê ligel ku evqas roj derbasbûn jî, hîna tu bersiv ji bo me nehatiye dayîn. Ewil gotin 15 rojan rawestin. Dûre gotin 2 mehan. Lê 4 meh derbasbûn hîna tu bersiv tuneye. Niha dîsa gotin 2 meh, lê wê 6 meh derbas bibe. Wê demê em ê çibikin? Emê li mafê xwe bigerin. Naxwazin cenazeyê me bidin me û em defin bikin. Kezeba min di perite. Ez dayikim. Kezeba hemû dayikan di perite. Ez dixwazin cenazeyê kurê xwe bigirim û bisperim axê. Ez dixwazim li gora wî dua bikim. Ez daweya mafê xwe dikim. Tiştekê din ji wan naxwazim. Gelo qanûnek wiha li ku derê heye. Bila li tevahiya cîhanê bigirin, ger qanûnek wisan dîtin çi bêjin bila bêjin. 4 meh û 11 rojin kurê min jiyana xwe ji dest daye. Ma ev hindike? Hinavê min dişewite.”
 
Dayika Seyîtxan Rûkiye Acay, dest nîşan kir ku ew li benda bersivekê ne û wiha bi dawî kir: “Çavê min li rêya cenazeyê kurê mine. Çi dema ku min cenazeyê kurê xwe girt, ez ê şîna xwe bi dawî bikim û kincên reş ji xwe bikim. Tu mafê kesekê tuneye ku vê eziyetê li min bike. Lê niha eziyetek mezin li min tê kirin. Ez tenê cenazeyê kurê xwe dixwazim.”