Malbata Şenyaşar: Zilm hebe cejn tune ye

Malbata Şenyaşar ku ji bo edaletê li ber xwe dide, diyar kir ku cejn di nava zilmê de nabe.

Emîne Şenyaşar ku heser û du kurên wê ji aliyê xizmên Parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ku di êrişê de birîndar bû, li ber Edliyeya Rihayê çalakiya xwe ya nobedê dewam dike. Nobeda ji bo edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 137'an de ye. Malbatê çalakiya ku ji ber cejnê li mala xwe ya li Pirsûsê dikir, careke din bir ber edliyeya Rihayê.

KUJER LI PÊŞ ÇAVÊN ME NE'

Ferît Şenyaşar anî ziman ku wan nekarî cejnê pîroz bikin û got, "Zilmeke giran li ser me heye. Birayekî min 3 sal in di odeyeke yek kesî de tê hiştin. 3 mirovên me li nexweşxaneyê hatin kuştin. Têkildarî vê lêpirsînek jî nîne. Yên ku ev komkujî kirine li pêş çavên me digerin. Ji ber vê yekê em dibêjin ku di nava zilmê de cejn nabe. Em careke din li ber edliyeyê ne. Em ê têkoşîna xwe piştî cejnê mezintir bikin. Ji Waliyê Rihayê heta Serokkomar her kes zane ku parlamenter li nexweşxaneyê komkujî kir. Lê belê êdî zanebûn têrê nake, em dixwazin ku ya pêwîst bê kirin. Heta ku edaletê neynin em ê ji vir neçin."