Malbata Şenyaşar: Têkoşîna me ya mafdar didome

Malbata Şenyaşar ku 636 roj in nobeta edaletê digre got, “Ji bo Nemrûdan li Rihayê cih tune ye!”

Xizm û parêzvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê Hezîrana sala 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî dikana malbata Şenyaşar kir. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên dayika Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar ji bo kujer bên girtin û darizandin, di 9’ê Adara sala 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kirin.

Çalakiya malbatê di roja 636’an de berdewam kir. Di dawiya hefteyê de ji ber ku edliye girtî ye lewma malbatê nobeta xwe li mala xwe Pirsûsê domand.

Malbatê li ser hesaba xwe ya medya dijîtal wiha got: “Em, têkoşîna xwe ya heq a di rêya Hz. Îbrahîm de ya li bajarê pêxembaran Rihayê ku Nemrûd di agirê xwe de xeniqand, didomînin. Ma edaleta we ev e? Ma vîzyona we ev e? Ji bo Nemrûdan li Rihayê cih tune ye!”