Malbata Şenyaşar: Rêveberiya li pişta zaliman e, bila tarûmar bibe

Malbata Şenyaşar ku ji bo xizmên xwe yên hatine qetilkirin li Rihayê nobeda edaletê digire, ji bo rêveberiya ku li pişta zaliman e got, "Bila tarûmar bibe."

Emîne Şenyaşar ku hevser û du kurên wê ji aliyê xizmên parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halî Yildiz ve li navçeya Pirsûsê di 14'ê Hezîrana 2018'an de hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê di heman êrişê de birîndar bû, li ber Edliyeya Rihayê nobeda edaletê dewam dike.

Malbat, ji ber ku dawiya hefteyê ye çalakiya xwe li mala xwe ya li Pirsûsê dewam dike.

Malbata Şenyaşar di roja 272'an a çalakiyê de li ser hesabê Twitterê ev peyam parve kir:

"Hikumetên ku bingeha xwe ne edalet be, riziyayî ne. Di hejîneke biçûk de wê hilweşe. Rêveberiya ku li pişt zaliman disekine, bila hilweşe. Hilneweşe bila tarûmar bibe."