Malbata Şenyaşar: Rastî wê teqez eşkere bibe

Malbata Şenyaşar a ku li Rihayê ji bo edaletê têdikoşe, diyar kir ku rastî ji aliyê her kesî ve tê zanîn û wê rojekê teqez eşkere bibe.

Emîne Şenyaşar a ku 14'ê Hezîrana 2018'an li navçeya Pirsûsê ya Rihayê hevser û du kurên wê ji aliyê xizmên Parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ku di heman êrişê de birîndar bû, çalakiya xwe ya nobeda edaletê li ber Edliyeya Rihayê dewam dike.

Ji ber ku dawiya hefteyê avahiya edliyeyê girtî ye, çalakî di roja 237'an de li mala malbata Şenyaşar a li Pirsûsê dewam dike.

Bi navê malbatê li ser medya dîjîtal ev peyam hate parvekirin: "Ji bo xwe li ber çavê hin kesan şîrîn bikin we malbatek tune kirin. Her kes bi vê rastiyê zane. Rastî nayê jibîrkirin, bi dawî nabe. Rojekê wê eşkere bibe."