Malbata Şenyaşar nerazîbûn nîşanî hevkarên zilmê da

Malbata Şenyaşar ku ji bo xizmên xwe yên li Rihayê hatin qetilkirin têkoşîna edaletê dike, nerazîbûn nîşanî rayedaran da ku dibin şirîkê vê zilmê.

Emîne Şenyaşar ku hevser û du kurên wê li navçeya Pirsûsê ya Rihayê, di 14'ê Hezîrana 2018'an de ji aliyê xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê di heman êrîşê de birîndar bû, ji 9'ê Adara 2021'ê û vir ve li ber Edliyeya Rihayê daxwaza edaletê dike.

Çalakiya Nobeda Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 547'an de ye.

Li ser navê malbata Şenyaşar peyamek li medya dîjîtal hate parvekirin û hate gotin, "Her kesên ku bi baca me maeşan distînin û erkdar in, lê tiştekî nakin, şirîkê vê zilmê ne."