Malbata Şenyaşar: Li Rihayê hiqûq pêk nayê

Malbata Şenyaşar a ku bi mehan e di Nobeta Azadiyê de ne, diyar kirin ku li Rihayê hiqûq û qanûn pêk nayê.

Emîne Şenyaşar ku 14'ê Hezîrana 2018'an li navçeya Pirsûsê ya Rihayê hevser û du zarokên wê ji aliyê xizmên Wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê di heman êrişê de birîndar bû, li ber Edliyeya Rihayê çalakiya xwe ya nobedê dewam dike. 

Malbata li qada ku wekî ‘Qada Edaletê ya Malbata Şenyaşar’ tê naskirin, di roja 266’an de dest bi nobeta edaletê kir.

Ferît Şenyaşar diyar kir ku ew di bin zilmê de çalakiya xwe dikin û got “Nobeta me ya edaletê dikeve meha 9’an. Dema ku me dest bi nobetê kiribû, bihar bû û niha em dikevin zivistanê. Du daxwazên me hene. Divê ev tişt pêk werin lê 9 meh in me tu muxatab nedîtine. Di warê hiqûqî de de jî qet gav nehatiye avêtin. Li pêş çavê hemû kesan qetlîamek hate kirin. Hin hêzên tarî yên di nav desthilatdariyê de bandora xwe li ser hemû saziyên li Rihayê kiriye. Qanûnên dewletê nayên pêkanîn. Ev hêz li gorî berjewendiya xwe tevdigerin. Parlementer tê parastin. Ji ber vê jî li Rihayê hiqûq û qanûn nayên bicihanîn. Dinya roj bi roj dicemide. Em ji biryara xwe venagerin. Em ê nobeta edaletê bidomînin.”

Malbatê li ser hesabê xwe yê twîtterê jî got “Li Rihayê di nav AKP’ê e avadaniyeke tarî heye. Ev avadaniya di bin kontrola parlementer de, li Rihayê bandora dewletê kêm kiriye û qanûnên xwe bi cih tîne. Nobeta me ya edaletê di roja 266’an de didome.”