Malbata Şenyaşar: Ji bo edaletê em ê 17'ê Çileyê li Meletiyê bin

Malbata Şenyaşar got, "Em ê bi hev re edaletê bînin. 17'ê Çileyê ji bo edaletê em ê li Meletiyê bin."

Xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de li Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kir. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku bi birîndarî ji komkujiyê xelas bûbû, di 9’ê adara sala 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatê di roja 678’an de berdewam kir. Ji ber ku di dawiya hefteyê de deriyê edliyeyê girtî ye, malbatê nobet li mala xwe ya li Pirsûsê domand.

Malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya civakî ev peyam parve kir: "Hemû kes bêedaletiyê ku ev çar sal in li me tê kirin, dişopîne. Her kesê ku tu menfaetê wan bi îktîdara siyasî re nîne xwedî li doza me derket. Doza me EDALET e. Em ê edaleta ku hatiye sekinandin, bi hev re bînin. Ji bo edaletê em ê di 17’ê çileyê de li Meletiyê bin."