Malbata Şenyaşar ji bo bicihanîna qanûnan bang kir

Malbata Şenyaşar ku bi mehan e li Rihayê ji bo edaletê nobedê digire, bang li rayedarên dewletê kir ku nebin hevparê sûc û qanûnan bi cih bînin.

Emîne Şenyaşar ku hevserê wê û du kurên wê sala 2018'an ji aliyê xizmên Parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê di heman êrişê de birîndar bû, çalakiya xwe ya nobedê dewam dike.

Ji ber ku avahiya edliyeyê girtî ye, malbatê di roja 160'î de çalakiya xwe li mala xwe ya li Pirsûsê dewam kir.

Li ser Twitterê bi navê malbatê peyamek hate parvekirin û hate gotin, "Li dewleta hiqûqê ti rayedar nikare xwe ji berpirsyariyê bide alî. Li nexweşxaneya dewletê li pêş kamerayên ewlekariyê komkujiyek hate kirin. Dozgeriyê 23 kesên ku komkujî kirin tespît kir. Tenê qanûnan bi cih bînin. Nebin hevparê sûc."