Malbata Şenyaşar: Ji ber ku darizandineke adîl pêk nehatiye 2 kesên din jî qetil kirin

Malbata Şenyaşar ku zêdeyî 600 roj in çalakiya Nobeta Edaletê ji bo xizmên xwe yên li Rihayê hatin qetilkirin li dar dixe, diyar kir ku ji ber ku darizandineke adîl pêk nehatiye, ji malbateke cuda 2 kesên din hatine qetilkirin.

Emîne Şenyaşar ku hevjîn û du kurên wê di 14'ê Hezîrana 2018'an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji aliyê xizmên parlementerê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê di heman êrîşê de birîndar bû, nobeta xwe ya edaletê dewam dike.

Nobeta ku 9'ê Adara 2021'ê li ber edliyeya li Rihayê dest pê kir, îro di roja xwe ya 613’’an de dewam kir.

Ferît Şenyaşar di çalakiyê de axivî û got, "Edalet daxwaza hevpar a her kesê ku dixwaze bi awayekî însanî bijî ye. Ji ber ku darizandineke adîl pêk nehat, kesên ku duh li Pirsûsê me qetil kirin, ji malbatên cuda 2 kesên din qetil kirin. Heta ku ev zilm dewam bike, wê komkujiyên nû çêbibin.”

Şenyaşar bang li rayedaran kir û got, "Êdî vê dayikê bibînin. Li holê bêhiqûqî û bêedaletî heye. Kesên komkujî pêk anîne diyar in. Kî komkujiyê diparêze diyar e. Êdî qral tazî ye. Em dixwazin vê rastiyê biqîr in.”