Malbata Şenyaşar: Hiqûq û edalat tune

Malbata Şenyaşar li Rihayê çalakiya nobetê ya ji bo edaletê didomîne. Malbatê diyar kir ku hiqûq û edalet tune.

Emîne Şenyaşar a ku parêzvan û xizmên parlementerê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz hevjînê wê û du kurê wê kuştibûn, tevî kurê xwe yê di êrîşê de birîndar bûbû, çalakiya xwe ya nobetê di roja 65’an de didomîne.

Ji ber qedexeya derketina derve malbat ji 30’ê Nîsanê û vir ve çalakiya xwe ji dêvila li ber Dadgeha Rihayê li malê didomîne.

Malbat li malê nobeta xwe ya edalatê didomîne û li ser hesabê xwe yê twîtterê dîmenekî roja êrîşê belav kir. Vî dîmenê êrîşî li baxçeyê Nexweşxaneya Dewletê ya Sirûcê hatiye girtin.

Malbatê got “Sal 2018 roja Erefeyê. Cih: Nexweşxaneya Dewletê ya Sirûcê. Li nexweşxaneyê 3 xizmên me qetil kirin. Îro jî Erefeya sala 2021’an e. Li ser dosyeyê hê jî biryara nepeniyê heye. Her tişt li holê  ye, edalet û hiqûq tune.”

Di vîdeoyê de jî ev tişt hatiye diyarkirin: “Dîrok 14.06.2018. Cih ne Filîstin e. Îsraîlê tu carî êrişî nexweşxaneyan nekir. Ev der Nexweşxaneya Dewletê ya Sirûcê ye. Parlementer Yildiz û malbata wî êrîş kirine. Dema ku biryara nepeniyê were rakirin em ê dîmenên li hundir jî belav bikin. Bila tu tişt veşartî nemîne. Em dixwazin lêpirsîneke bêalî û xurt were kirin. Em edaletê dixwazin.”