Malbata Şenyaşar di roja 265'an de Elçî bi bîr anî

Malbata Şenyaşar ku li Rihayê ji bo xizmên xwe yên ku hatibûn qetilkirin Nobeta Dadê digire, Tahir Elçî bi bîr anî.

Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar ku di 9’ê Adarê de li pêş Edliyeya Rihayê da destpêkirin di roja 265’an de didome. Ji ber dawiya hefteyê ye malbat li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê nobeta xwe didomîne. 
 
Malbatê li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê di 28’ê Mijdara 2015’an de li navçeya Sûra Amedê hatibû qetilkirin bi bîr anî û ev peyam parve kir: “Li cihê ku kes nikare bêje çi reş e çi spî ye, ronahî vedimire, dibe tarî. Em #TahîrElçî bi rêzdarî bi bîr tînin.”