Malbata Şenyaşar: Dema ku edalet bi cih hat, hingî wê cejn be

Malbata Şenyaşar got, "Roja ku edalet pêk hat, wê hingî ji bo me cejn be."

Emîne Şenyaşar ku hevser û du kurên wê ji aliyê Parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ku di heman êrişê de birîndar bû, 134 roj in nobedê ji bo edaletê digire. Malbata Şenyaşar ji ber Cejna Qurbanê li mala xwe ya li Pirsûsê çalakiya xwe dewam dike.

Li ser hesabê medya civakî bi navê malbatê ev peyam hate weşandin: "Îro Cejna Qurbanê ye, li her kesî pîroz be. Roja ku edalet bi cih hat wê ji bo me cejn be. Em bi hêvî li benda wê rojê ne."