Malbata Şenyaşar: Dema bidawîkirina vê zilmê derbas dibe

Malbata Şenyaşar a di berxwedanê de ye got: “Dema bi dawîkirian vê zilmê derbas dibe.”

Nobeda Edaletê ya Malbata Şenayaşar ku Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar di 9'ê adarê de li ber Edliyeya Rihayê dabûn destpêkirin di roja 236'an de didome.

Ji ber ku dawiya heftê ye malbata çalakiya xwe li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê didomîne û li ser hesabê xwe ye medya dijîtal têkildarî çalakiya xwe parvekirinek kir.

Malbatê, di parvekirina xwe de ev tişt nivîsand: "Hatina edaletê ya Edliyeya Rihayê ji bo dayikê bibe gaveke biçûk; lê ji bo Tirkiyeyê wê bibe geveke mezin be. Li vir wê hiqûqa serdestan bi dawî bibe, wê ev dozgerên din jî wêrektir bike. Dema bi dawîkirina vê zilmê derbas dibe..."