Malbata Şenyaşar berxwedana xwe li ber dadgehê didomîne

Malbata Şenyaşar çalakiya xwe ya nobetê li ber dadgehê didomîne. Malbatê bang kir û got “Kesên ku dixwazin piştgiriya me bikin, dikarin werin vir.”

Malbata Şenyar a ku sê ferdên malbata wan ji aliyê AKP’iyan ve hatin kuştin, çalakiya xwe ya bi daxwaza “edaletê” di roja 70’emîn de berdewam dike. Emîne û Ferît Şenyaşar ji ber qedexeya derketina derve ji 30’ê nîsanê ve li mala xwe ya li Pirsûsê çalakiya xwe berdewam dikir. Bi rabûna qedexeyê re malbat vê sibehê dîsa hat ber Dadgeha Rihayê û çalakiya xwe didomîne.
  
Ferît Şenyaşar ê di êrişê de bi birîndarî filîtî wiha got: “Ji ber qedexeyê me li malê çalakiya xwe didomand. Em carek din banga xwe û daxwaza xwe dubare dikin: Li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê komkujiyek pêk hat. Sê ferdên malbata min hatin qetilkirin. Dosye li Serdozgeriya Komarê ya Rihayê ye û têkildarî komkujiyê tu lêpirsîn nayê kirin. Em edaletê dixwazin. Bila her tişt bi hiqûqî were kirin, em ê jî dawî li çalakiya xwe bînin. Kesên dixwazin deng bidin dengê me em wan vedixwînin vir.” 
 
‘QATIL SERBEST DIGERIN LÊ KURÊ MIN DI GIRTÎGEHÊ DE YE’
 
Emîne Şenyaşar jî wiha got: “Em dîsa li ber avahiya dadgehê ne. Bila qeydên nexweşxaneyê derxin. Heta ku qeyd neyên derxistin em ê ji vir neçin. Zilmê li me dikin. Çima dozger qeydan dernaxe? Lawê min ev 3 sal in bêsûc di odeyek yek kesî ya zindanê de ye. Qatilên zarokên min serbest digerin. Em tenê edaletê dixwazin.” 
 
Kêliya ku malbat ji çapemeniyê re diaxivî, polîsan bêyî ku hincetekê nîşan bidin malbat ji hewşa dadgehê derxist. Malbat jî li ber blokên beton ên li pêş dadgehê çalakiya xwe didomîne. 
 
Malbatê di hesabê xwe yê twîtterê de jî wiha got: “Li ber Dadgeha Rihayê têkoşîna me ya edaletê berdewam dike. Heta ku dozger derbarê 23 kesên tevli komkujiya li nexweşxaneyê bûne karûbarên qanûnî nede destpêkirin, wê çalakiya me li ber dadgehê bidome. Em mexdûrê komkujiyê ne. Em tenê edaletê dixwazin.”