Malbata Şenyaşar: Bêdeng nemînin!

Malbata Şenyaşar bang li baro û rêxistinên civakî yên sivîl kir û got “Li hemberî zilmê bêdeng nemînin.”

Emîne Şenyaşar a ku di sala 2018’an de parêzvan û xizmên parlementerê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz hevjînê wê û du kurên wê kuştibûn, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ku di êrîşê de birîndar bûbû, ji bo darizandina berpirsyaran berxwedana xwe didomîne. Ji ber qedexeya derketina derve, malbat ji 30’ê Nîsanê û vir ve li mala xwe ya li Sirûcê berxwedana xwe didomîne.

Malbata Şenyaşar di roja 64’an a çalakiya xwe de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ev daxuyanî da “Di roja 64’an a têkoşîna me ya edaletê de, em bang li hemû hêzên demokratîk û baroyan dikin. Li hemberî vê zilma ku bi rêya hiqûqê tê kirin, bêdeng nemînin. Werin em bi hev re zexta li ser darazê bişkînin.”