Malbata Şenyaşar banga piştevaniyê kir

Malbata Şenyaşar a berxwedana xwe didomîne, ji bo her kesê banga edaletê, banga piştevaniyê kir.

Nobeda edaletê ya Emîne Şenyarşar a bi armanca darezîna berpirsên hevjînê wê û 2 kurê wê ya sala 2018’an ve ji aliyê Parlementerê AKP’ê Îbrahîm Yildiz, parêzvan û xizmên wî ve hatin qetilkirin, di roja 61’ê de didome. Ji ber qedexeya derketina derve Malbata Şenyaşar ji 30’ê Nîsanê û vir ve nobeda xwe li mala xwe ya Pirsûsê didomîne.

Malbata Şenyaşar di roja 61’an a çalakiya xwe de li ser tevna dijîtal bi etîketa hesabên dijîtal ên li ser navê Misra Oza ku di qezaya Çorlûyê de hevjîn û kurê xwe  winda kir û daxwaza edaletê kir, Rabîa Oz Vatan a li pêşiya mala xwe ya li navçeya Gîresûn Eyneslî bi awayeke bi guman mirî hate dîtin, Alî Îsmaîl Korkmaz ê xwendekarê zanîngehê di dema berxwedana Parka Gezî ya Taksîmê li Eskîşehîrê hê 19 salî hate kuştin, Nadîra Kadîrova ku 23’yê Îlona 2019’an dema li mala Parlementera AKP’ê yê Stenbolê Şîrîn Unal bi awayekî bi guman mirî hate dîtin, Malbata Îzol a ji aliyê kur û hevalên Parlemetnerê berê yê AKP’ê Zulfukar Îzol ve hatin windakirin hatibûn vekirin, parvekirinek kirin.

Di peyama hate parvekirin de ev hate gotin:

“ji bo #SenyasarAilesiİcinAdalet û @Misra_oz @RabiaNaz @AliİsmailKorkmaz @Kadirova @Izolailesi û mexdûrên mîna me û têkoşîna heq didin û ji bo her kesê navê wan neanîn ziman EDALET’ê dixwazin. Roj roja piştevaniyê ye…”