Malbata Şenyaşar: 9 meh in gavek nehatiye avêtin, dozger sûc dikin

Malbata Şenyaşar ku ji bo xizmên xwe yên li Rihayê hatin qetilkirin bi sedan roj in daxwaza edaletê dike, diyar kir ku neh meh in gavek nehatiye avêtin û got, "Dozger sûc dikin."

Emîne Şenyaşar ku li navçeya Pirsûsê ya Rihayê 14'ê Hezîrana 2018'an hevser û du kurên wê ji aliyê xizmên wekîlê AKP'î Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê di heman êrişê de birîndar bû, nobeda edaletê ya li ber Edliyeya Rihayê dewam dike.

Îro roja 259'an a çalakiya nobedê ya malbata Şenyaşar e ku li pêşiya Edliyeya Rihayê dimeşîne.

Ferît Şenyaşar anî ziman ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê komkujî hate kirin û got, "Eger Tirkiye dewleteke hiqûqê be divê ya pêwîst bike. Me jî ji bo vê li ber edliyeyê dest bi têkoşînê kir."

Ferît Şenyaşar got, "Tevî ku 9 meh di ser re derbas bûne, têkildarî dozê gavek nehatiye avêtin. Dozger sûc dikin, dibin hevparê sûc. Her ku em dikevin hundirê edliyeyê serdozger jî ji ber me direve, hevdîtinê nakin."