Malbat li qadan in: Tecrîdê rakin!

Li Riha û Kocaeliyê malbatên çalakgerên greva birçîbûnê daketin qadan. Polîsan êrîşî çalakiya li Kocaeliyê kirin.

Malbatên girtiyan ên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de li ber Girtîgeha Tîpa M a Gebzeyê di roja 189’emîn de çalakiya xwe ya nobetê dewam kirin, lê malbat carek din rastî astengiyên polîsan hatin. Dayika girtiyekê Fehîme Ekmez di dema mudaxileya polîsan de ji ser hişê xwe çû û kesên derdorê ew rakirin nexweşxaneyê. Malbat ji 9’ê Nîsanê ve her roj tên ber girtîgehê dixwazin dengê zarokên xwe bibin bihîstin. Malbat îro jî li ber Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Gebzê kom bûn û ber bi girtîgehê ve ketin rê.

Dayik li nêzî girtîgehê ji wesayîtên xwe peya bûn û ber bi girtîgehê ve meşiyan. Polîsan piştî demekê pêşiya dayikan girtin. Malbat li ser vê yekê ketin kolanan û di kolên cuda de meşiyan û li ber girtîgehê kom bûn. Polîsan li ber girtîgehê malbat kirin ablûkayê û dîsan bal kişandin ser qedexeya walîtiyê. Malbatan, li ser vê yekê gotin ku ew ji bo dengê zarokên xwe bidin bihîstin li vê derê kom bûne. Polîsan çi kir jî malbat li qadê dest bi çalakiya xwe ya rûniştinê kirin.

Polîsan, mudaxileyê malbatan kirin û dayikên temen mezin di erdê re kaş kirin û ji ber girtîgehê dûr xistin. Di dema mudaxileyê de dayika girtiyekê Fehîme Ekemz ji ser hişê xwe çû. Malbatên mudaxileyê Ekmez kirin, dûre ber bi wesayîtên xwe ketin rê.

RIHA

Malbatên girtiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger dene, li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Pirsûsa Riha dest bi çalakiya nobetê kirin.

Parlementera HDP’ê ya Rîha Ayşe Surucu, Endamên Meclîsa Dayîkên Aştîyê ya Pirsûsê û gelek welatiyan piştgirî dan çalakiya malbatan. Xizmên girtiyan, berî dest bi çalakiya nobetê bidin, daxuyanî dan çapemeniyê.

Parlementera HDP’ê Ayşe Surucu, destpêkê axivî û wiha got: “Rewşa girtiyan asta krîtîkbûnê derbas kiriye. Îro malbatên girtiyan ji bo zarokên xwe yên di greva birçîbûnê de, dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê daxwazên me ne. Em ê heya dawiyê li gel malbatên girtiyan bin.”

Piştî Surucu birayê Nîhat Ekmez ê 127 rojin li Girtîgeha Hejmara 2 a Tîpa T a Şakranê di greva birçîbûnê deye, Serhat Ekmez, axivî û diyar kir ku ji bo demokrasî û aştî li vî welatî pêk were, bedena xwe dane ber mirinê. Ekmez, dest nîşan kir ku ji bo ew bibin dengê girtiyên di greva birçîbûnê de, wan dest bi çalakiya rûniştinê kirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku, bi şev û rol çalakiya nobetê wê berdewam bike.