Malazgîrt: Gerîla 2018'an bi ser ketin, 2019'an jî wê bi ser bike

Yek ji Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Amed Malazgîrt diyar kir, 2018'an gerîlayên azadiya Kurdistanê bi çalakiyên ku kirine rê nedana dagirkeriyê û got, 2019 wê bibe sala şerê mezin û gerîla îsal jî wê bi ser bikeve.

Yek ji Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Amed Malazgîrt got, ''Em bawer dikin ku berxwedana greva birçîbûnê ya bi pêşengiya zindanan a li gelek deveran dibe wê bi teqezî bi ser bikeve. Ev berxwedan, li dijî dewleta Tirk nîşaneya berbiçav a vîna mezin e. Gelê me, bi çanda berxwedanê ya PKK'ê hatiye strandin. Dewleta TC'ê jî û her kes jî bi vê rastiyê dizane. Ji bo vê jî medyaya berhevkirî û nêzî hikûmetê li dijî van çalakiyan bêdeng in û hîç naxin rojeva xwe.''

Malazgîrt di Stêrk TV de bersiv da pirsên Şervan Ararat.

'DIXWAZIN VÎNA SIYASÎ YA KURDAN TINE BIKIN'

Malazgîrt têkilî gefên dagirkerinê yên li ser Rojava got, ''Gefên dewleta  TC'ê ya mêtinger bi esasî li dijî şertên jiyana azad a alternatîf in. Her çendî bibêjin, 'meseleya me ya terorê ye' jî ev rastiyek e. Hedefa wan ew e ku ti zemîna jiyanê ji Kurdan re nehêlin. Li Bakur jî, li Başûr û Rojava jî armanc ev e. Ji ber ku vîna gelê Kurd qebûl nakin êrîşê tînin. Ev ne îro derketiye holê, ji berê ve armanc ev e. Seraqet bi navê PKK'ê hincetan çêdikin û êrîşê dibine ser vîna siyasî ya Rojava. Li Efrînê ev kirin. Niha dixwazin li tevahiya Rojava vê bikin. Armanca wan e ew ku li Rojava qira Kurdan bînin û vîna wan a siyasî tine bikin.''

'DIXWAZIN XEWNA OSMANÎ PÊK BÎNIN'

Malazgîrt bi domdarî bal kişande ser xewn û xeyalên emperyal ê Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan û got, ''Ji Babê beta bi Helebê, ji Rojavayê Kurdistanê heta bi sînorê Iraqê Mûsil û Kerkûkê dagir bikin û xewna Osmanîtiyê bi cih bînin. Çawa ku DAÎŞ'ê gelek mirov gurandin û çandibin, hikûmeta AKP'ê jî dixwaze vê bike; êrîşên wan bi vê armancê ne.''

'ARMANC VEJANDINA DAÎŞ'Ê YE'

Malazgîrt bi domdarî diyar kir, ji bo ku vê armanca xwe ya qirkirinê bi cih bînin, da ku hêzên cîhanî û raya giştî çavê xwe ji wan re bigirin gelek hewldanên dîplomatîk dikin, bi vî rengî li zemîna êrîşê digerin û got, ''Lê bi esasî biryar dane ku li wir şerekî giran bikin. Tirkiye dixwaze Sûriyê dagir bike. Hêzên QSD'ê DAÎŞ anîn ber nemanê û niha jî li ber qonaxa tinekirinê ne. Lê bala we lê be, çi dema ku DAÎŞ tê ber nemanê, hikûmeta AKP'ê û nexasim jî Erdogan Kurdên Rojava dike hedef, terorîze dike, bi rengê rizgarkarê DAÎŞ'ê dertê holê. Li vir bi rengekî vekirî xuya dike ku armanca esasî vejandina DAÎŞ'ê ye.''
'ARMANC TEVAHIYA KURDISTANÊ YE, DIVÊ CÎHAN JI ERDOGAN RE BIBÊJE,'RAWESTE'

Malazgirt got nîqaş di ser Rojavayê Kurdistanê re tê kirin lê di şexsê Rojavayê Kurdistanê de gefa Erdogan li ser hemû parçeyên Kurdistanê heye, diyar kir, çawa ku niha li Başûr gelek baregehên dewleta Tirk hatibin danî û çawa ku ji xwe her deverê Bakurê Kurdistanê dagirkirî be, dixwazin vê li Rojava jî bikin û çi tevgereke Kurdewar û Kurdistanî, daxwazeke azadiyê hebe wê dikin hedefa xwe.

Malazgirt got, ''Erdogan heke li Kurdistanê encamê bistîne wê bibe bela serê hemû cîhanê'' û ji bo vê jî got, divê cîhan ji zilm û komkujiyên Erdogan re bibêje, ''raweste''. 

'PKK'Ê VÎNA TC'Ê ŞIKANDIYE'

Malazgirt têkilî gotinên rayedarên dewleta Tirk ku digotin, ''Me pişta PKK'ê şikandi wê filan mehê nebînin'' got, ''Artêşa TC'ê ji hêla jimaryariyê ve gelek e. Lê li bara milîtanên PKK'ê bêyî teknîkê ew vîna ku şer bikin bi wan re tine. PKK'ê vîna artêşa TC'ê şikandiye. Ji ber ku ji bejahiyê ve ti encam nestandin, bi balafirên şer operasyon kirin. Ji ber ku dîtin tişta ku hêvî dikirin bi dest ve neanîn, bi rêya medyayê weke ku 'serkeftî' bin xwe nîşan didin.Ên ku vê dikin jî endamên MÎT'ê yên bi dilqê nûçegihan, nivîskaran in. Hemû tişta ku dibêjin ji bo çêkirina têgihiştinekê ye. Tenê rastiyek heye, êrîşên hewayî pir in; li kûderê du hevalên me hebin, êrîşên hewayî dibin ser wir û dixwazin îmha bikin. Lê weke ku min diyar kirî encama ku ew hêvî dikin bi dest ve nayînin.''

Malazgîr her wiha got li gel vê êrîşa bi teknîka pêşketî û hewayî jî hêzên gerîla gelek çalakiyên karîger kirine û 'tasfiye li hêlekê, di her delîveyê de çalakî kirine û derb li mêtingeriya TC'ê dane. Ev çalakiyên karîger ên ku hatine kirin di raya giştî de nehate dîtin lê rastî ew e ku destpêka sala 2018'an plana tasfiyeyê ya AKP'ê pûç bûye.''

 Têkilî 'Pêngava Şoreşger a Ş. Agirî û Ş. Pîroz' a li Zagrosan a sala 2018'an jî Malazgîrt got, ''Digotin 2018'an em ê pişta PKK'ê bişkînin, wê nikaribin çalakiyê bikin''. Me jî li dijî vê Pêngava Şoreşger a Ş. Agirî û Ş. Pîroz da destpêkirin. Berê me encamên vê pêngavê bi raya giştî re par ve kiribû. Me gelek çalakî li dijî hedefên leşkerî kirin û bi zelalî me ev bi raya giştî re par ve kir. Gerîla di vê pêvajoyê de peywira xwe ya esasî bi cih anî û tecrûbeyên girîng bi dest ve anîn. Li pêş me şerekî giran heye. Jixwe weke ku tê dîtin di hişmendiya mêtingeriya pergala TC'ê de ti nîşaneya dostanî û biratiyê tine. Ji bo vê jî em xwe ji şerekî mezin re hazir dikin û hêza me heye ku em vî şerî bibin serkeftinê. Dîrok wê vê nîşan bide. Rejîma AKP'ê ya mêtinger di vî şerî de wê bi ser nekeve û têk biçe.''

'GERÎLA WÊ TAKTÎKÊN XWE NÛJENTIR BIKE'

Malazgirt got gerîla ji hêla taktîk û teknîkê ve xwe nûjen dike, wan gava vê avêtine û wê gavên pêştir jî bavêjin û got, ''Gerîla ev 35 sal in vê rêbazê li dijî hêzên TC'ê ya mêtinger pêk tîne, encamên baş jî em distînin. Helbet çalakiyên ku 9-10'ê Mijdarê pêk hatin çalakiyên nû ne. Her çendî her tişt zelal û vekirî be jî, dijmin dixwaze kirasekî lê bike, çalakiyên li dijî hedefên leşkerî yên li Rûbarok, Bêsosin, Şirnex û Colemêrgê encam standine. Pergala TC'ê vê rewşê çawa vebêje jî encam li holê ye û raya giştî ev  dîtiye.''

'BERXWEDANA GREVA BIRÇÎBÛNÊ WÊ MOHRA XWE LI SERKEFTINÊN MEZIN BIDE'

Yek ji Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Amed Malazgirtî têkilî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û grevên birçîbûnê jî got, ''Rêbertiya me di nav tecrîdê de berxwedaniyeke mezin kir û vê berxwedaniyê didomîne. Ev berxwedana Rêbertî hêzê dide me. Bi hêza ku Rêbertî dide me, bi vê hêvîyê em têdikoşin. Helbet ev berxwedan giyanê berxwedanê ne tenê dide gerîla,  dide hemû gelên Kurdistanê'' Ji 'Berxwedana Zindana Amedê ya 82'an û heta niha çandeke me ya berxwedanê ya zindanê heye. Grevên birçîbûnê ya bi pêşengiya Leyla Guven bi tevlêbûna bi sedan mirovî bû berxwedaneke mezin. Her wiha beriya wê girtiyan dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Berxwedan heke li ser hîmekî rast bidome wê serkeftinê bîne. Em bawer dikin ku berxwedana greva birçîbûnê ya bi pêşengiya zindanan a li gelek deveran dibe wê bi teqezî bi ser bikeve. Ev berxwedan, li dijî dewleta Tirk nîşaneya berbiçav a vîna mezin e. Gelê me, bi çanda berxwedanê ya PKK'ê hatiye strandin. Dewleta TC'ê jî û her kes jî bi vê rastiyê dizane. Ji bo vê jî medyaya berhevkirî û nêzî hikûmetê li dijî van çalakiyan bêdeng in û hîç naxin rojeva xwe. Lê em dizanin ku ev berxwedan wê mohra xwe li serkeftinên mezin bide.''

'2019'AN LI KURDISTANÊ WÊ BIBE SALA ŞERÊ MEZIN'

Yek ji Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Amed Malazgît herî dawî li ser rengê şerê 2019'an got, ''Dewleta Tirk li Rojava, Bakur û Başûrê Kurdistanê haziriyeke mezin ji bo şer dike û weke ku xwe ji şerekî mezin re hazir kiribe. 2019'an li Kurdistanê wê şerekî mezin bibe. Ev şer wê bi Rojava û Başûr sînordar nemîne. Îsal xwestin ku gav bavêjin Başûr, bi ser de xwestin hewayekê çêbikin weke ku ketibin Qendîlê lê li Lêlikanê aliqîn''. 

Malazgîrt wiha domand, ''2019'an hem li Bakurê Kurdistanê û hem jî li Başûrê Kurdsitanê wê şerekî giran bibe. Artêşa TC'ê ya dagirker wê bi kêfa xwe nikaribe sînor derbas bike û bi pêş ve biçe. Şer wê bi asta niha jî nemîne, wê girantir bibe. Berdêla wê çi dibe bila bibe gerîla wê destûra vê nede, wê nehêle ku xewnên Osmanitîya nû pêk were.

Em sala 2018'an li pey xwe dihêlin û dikevin sala 2019'an. Di serî de sersalê li Rêber Apo pîroz dikin û slav dikin. Em sersalê li gelê xwe yê welatparêz, li dostên gelê xwe û li hevrêyên xwe yên ku li zindanan li ber xwe didin pîroz dikin. Bi hêviya ku 2019'an wê azadiyê bîne ji gelên Kurdistanê re, em serkeftinê ji hemû derdorên têkoşer û berxwedêr re dixwazin.''