Malabata Şenyaşar: Bi têkoşînê wê edalet pêk bê

Çalakiya nobedê ya malbata Şenyaşar di roja 68’an de ye. Malbatê got: “We ji me malbata me girt, cejin girt. Em ê edaletê pêk bînin.

Emîne Şenyaşar ku hevjîn û 2 kurên wê di encama êrişa xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz de jiyana xwe ji dest dan û kurê Ferît Şenyaşar ku di bûyerê de birîndar xelas bû, nobeta xwe ya “edaletê” di roja 68’emîn de berdewam dikin. Malbata Şenyaşar, ji ber qedexeya pandemiyê çalakiya xwe li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê didomîne.

Malbatê li ser xwe hesabê xwe yê Twîtterê ev parvekirin kir: “Weke Malbata Şenyaşar em îro careke din band dikin. We mabat û cejnên me ji me girtin! Em ê daxwaz û têkoşîna xwe ya edaletê bidomînin. Kesên ku malbata me qetil kirine wê bên darizandin û em ê edaletê bigirin.”