Mala Şînê ya Alîpaşayê ji aliyê bi dehan polîsan ve tê xerakirin

Mala Şînê ya Alîpaşa ya li navçeya Sûrê, ku duh welatiyan nehiştin bê xerakirin, îro ji aliyê bi dehan polîsên Tirk ve bi kepçeyan tê xerakirin.

Hêzên çekdar ên rejîma AKP'ê, bi rengekî bê navber xaniyên Kurdan ên li taxa Alîpaşa ya Sûrê xera dikin.

Polîs û zabite duh ketin nava taxê û xwestin Mala Şînê ya Alîpaşayê xera bikin, ku ji aliyê şaredariya DBP'yî û gel ve hatiye çêkirin. Polîsên Tirk ên ewilî dest danîn ser alavên li avahiyê, ji ber berxwedana gel neçar ma alavan deyne û xwe ji taxê vekişînin. Bi dehan polîsên Tirk îro jî ketin nava taxê û bi pêşengî û kontrola van polîsan, kepçeyan dest bi xerakirina Mala Şînê ya Alîpaşayê kirin.

Rojnamevanan xwestin dîmen bikişînin, lê belê polîsan ew derxistin devreyî bendan û bi vî rengî nehiştin dîmen bigirin.