MAK: Me li Amedê bazirganekî narkotîkê ceza kirin

Milîsên Azadiyê yên Kurdistanê (MAK) ragihand ku li Amedê bazirganekî narkotîkê binçav kirin û ceza kirine.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Milîsên me li taxa Ofîsê ya Amedê 8'ê Îlonê sibehê saet di 04:00 de bazirganê narkotîkê kesê bi navê B. Dogrû binçav kirin."

Hate ragihandin ku milîsên wan destpêkê bazirganê narkotîkê lêpirsî kirin, der bar ê tora bazirganiya narkotîkê de agahî wergirtin û gelek madeyên narkotîkê zevt kirin.

Hate ragihandin ku madeyên narkotîkê hatin îmhakirin û piştre B. Dogrû yê ku ji bo xizmetê ji şerê taybet re neke hatibû hişyarkirin piştre hate cezakirin, birîndar kirin.