Mehmûd ê YNK'yî: Divê Iraq li dijî êrîşên Tirkiyeyê bêdeng nemîne

Parlamenterê YNK'yî Salar Mehmûd ji rêveberiya Iraqê xwest ku li hemberî êrîşên dewleta Tirk ên li Asosê bêdeng nemîne.

Dewleta Tirk di dema dawî de gelek caran bombe li çiyayê Asosê yê nêzî Silêmanî ye û di navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê de ye, barand.

Parlamenterê YNK'yî û endamê KNK'ê Salar Mehmûd li ser vê êrîşkariya dewleta Tirk ji ANF'ê re axivî û destnîşan kir ku li gorî qanûn û destûra bingehîn a Iraqê, her wiha li gorî qanûnên navneteweyî Tirkiye sûc dike.

Mehmûd bêdengiya Iraqê ya li pêşberî êrîşan rexne kir û bang li welatên NATO'yê jî kir ku li pêşberî van êrîşên bi çekên NATO tên kirin bêdeng nemînin.

Salar Mehmûd got, "Em, bombekirina axa Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk de, şermezar dikin. Di rojên dawî de sê caran bi şev û roj balafirên şer Çiyayê Asosê bombe kirin. Ev yek polîtîkaya dijminatiya li Kurdan e û li gorî qanûnên navneteweyî sûc e.

Ev êrîş li dijî destûra bingehîn a Iraqê ye. Eger Iraq dixwaze destûra xwe ya bingehîn bi cih bîne, di serî de lazim e li pêşberî van êrîşan bêdeng nemîne û li ber van êrîşên ku li dijî destûra bingehîn in rabe. Di van êrîşan de bombe li mal, erd û zeviyên gelê sivîl tên barandin. Sivîl tên kuştin.

PKK'ê dikin bahane û êrîşan dikin. Li herêmên ku ji aliyê balafirên şer ve hatine bombekirin PKK nîne. Ti hêzeke leşkerî li wê herêmê nîne.

Ev êrîş bê hurmetiye li hemberî gelê Kurd û qanûnên Iraqê û navneteweyî. Dewleta Tirk bi çekên giran ên NATO'yê êrîşî gundan dike. Divê welatên NATO'yê jî vê rewşê qebûl nekin."

'KURD BI KOMKUJIYÊ TINE NABIN'

Mehmûd da xuyakirin ku gelê Kurd ji tank, top, hawan û balafirên şer natirse û got, "Komkujiya ku herî dawî li Şengalê hate kirin û komkujiyên beriya niha li Kurdan hatin kirin nîşan didin ku Kurd bi komkujiyan tine nabin. Kurdan heta niha li dijî van komkujî û êrîşan li ber xwe dan û xwe parastin."

'DIVÊ KURD BIBIN YEK'

Mehmûd diyar kir ku Îran, Tirkiye û Iraqê bi hinceta referandûmê polîtîkayên xwe yên dagirkeriyê nû kirine û got, "Navçeyên me û çiyayên me yên li ser sînorê Tirkiye û Îranê ji aliyê balafirên şer, tank û topan ve tên bombekirin.

Iraq li dijî gund, navçe û bajarên li derveyî rêveberiya herêmî mane ku jê re 'herêmên cihê nîqaşê tê gotin' polîtîkayên tund dimeşîne. Hurmetê nîşanî Kurdên li wir dijîn nade. Hewl dide wan ji nû ve koçber bike.

Sînor hatine desteserkirin. Balafirgeh hatine desteserkirin. Destûr ji karê balafirgehên sivîlan nayê dayin. Balafirgehên ku têkiliya herêmê bi civka navneteweyî re datîne niha hatine girtin. Ne diyar e bê kengî bên vekirin. Ev planên li ser Başûrê Kurdistanê tên meşandin, hewl tê dayin li ser parçeyên din jî bên ferzkirin. Rêxistinên civakî yên sivîl û partiyên siyasî yên Kurdan, Kurdên li dîasporayê divê van planan bibînin, bibin yek û li ber rabin."

'LI ROJAVA, LI BAKURÊ SÛRIYEYÊ DERSA DEMOKRASIYÊ TÊ DAYIN'

Mehmûd di dewama axaftina xwe de bal kişand ser hilbijartina meclîsên herêmî yên Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyeyê û got, "Rewşa li Rojavayê Kurdistanê ji nêz ve dişopînim û pîroz dikim. Hilbijartina hate kirin, nîşaneya serketineke mezin e. Ji ber vê yekê em wan pîroz dikin. Serketina gelekî xwedî îrade ya baweriya bi demokrasiyê ye."

Salar Mehmûd bi bîr xist ku hêzên YPG/YPJ û QSD'ê çeteyên dijminê mirovahiyê li paytexta wan têk birin û got, "Bi hilbijartinan re dersa demokrasiyê ji herêmê û cîhanê re tê dayin. Hilbijartin bingeha demokrasî û şaristaniyê ye. Hin hevalên me yên parlamenter weke çavdêr çûbûn. Bi coş û kêfxweşiyeke mezin qala çavdêriyên xwe yên li Bakurê Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê kirin."