Ma Mucis ji bo zarokan çalakiya 15’ê Gulanê li dar xist

Zarok Ma ku girêdayî Akademiya Ma Mûsîc’ê ye çalakiyeke bi zarokan re 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir.

Zarok Ma ku girêdayî Akademiya Ma Mûsîc’ê ye di çarçoveya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li baxçeyê avahiya xwe bi zarokan re çalakiyek li dar xistin. Zarok û malbatên wan tev li çalakiyê bûn. 

Koordînatorê Akademiya Ma Mûsîc’ê Şêrko Kanîwar ê beriya çalakiyê axivî û got: “Berê dîwan hebûn. Niha ji ber telefonan me çanda xwe ji bîr kir. Em ê îro konserekê nedin we. Em ê îro bi hev re stranan bêjin. Wê zimanê me yê qedîm her tim bijî. Hewa girtî xuya dike lê îro kevir jî bibarin em ê stranên xwe yên Kurdî bibêjin. Zimanê me wê her tim bijî.”

Piştî axaftinê bi zarokan re stranên Kurdî hatin gotin. Zarokan û malbatên wan eleqeyeke zêde nîşanî stranên Kurdî dan. Pişt re zarok yek bi yek derketin ser dike û her yekê straneke cuda ya Kurdî gotin. Wekî din di çalakiyê de stranên dengbêjiyê jî hatin gotin. Tevî baranê jî çalakiyê berdewam kir. Tevî stranên Kurdî erbaneyan gerandina govendê berdewam kir.

Kanîwar ê dawiya çalakiyê dîsa mafê axaftinê girt û wiha got: “Kê gotiye wê zimanê Kurdî û stranên Kurdî tune bibin. Weke îro wê nifşên pêşerojê jî bi vî zimanî û van stranan mezin bibin.”

Çalakî bi gerandina govendê bi dawî bû.