Lûleya gaza xwezayî ji nav Agirî derbas dibe, lê bajar ji gazê bêpar e

Serokwezîrê Tirk Bînalî Yildirim, her cara ku tê Agirî soz dide ku ew ê 'gaza xwezayî' bîne bajêr. Yildirim ev soza xwe careke din dubare kir.

Şêniyên Agirî nerazîbûn nîşanî Yildirim dan û gotin, ev sozên beriya her hilbijartinê tên dayin, bêwate ne. Şêniyan destnîşan kirin, ku derdê Yildirim ne xizmet e, ew li pey dengan e.

Li Agiriyê, ku di demsala zivistanê de bi serma dijwar û qirêjiya hewayê tê zanîn, rayedarên hikumetê her cara ku tê bajêr soza 'em ê gaza xwezayî bînin' dubare dikin. Herî dawî Serokwezîrê Tirkiyeyê Bînalî Yildirim ê hat Agiriyê, tevlî vî karwanî bû û got, "Em ê hewa Agirî sererast bikin, em ê gaza xwezayî bînin."

ÎHALE TEMAM E, LÊ

Tevî ku lûleya gaza xwezayî ji nava Agirî derbas dibe jî, bajar ji gazê bêpar e. Wezîrê Enerjiyê yê dema xwe Taner Yildiz, di sala 2011'an de dabû xuyakirin, ku heta dawiya salê wê gaza xwezayî bigihêje hemû bajaran. Lê tevî vê yekê, gaza xwezayî ji Agirî re nayê dayîn. Yildirim ê par hat Agirî, soza 'em ê gaza xwezayî bînin' da. Lê ev soza xwe bi cih ne anî. Tevî ku îhaleya belavkirina gaza xwezayî di Kanûna 2016'an de qediya jî, hê di vî warî de tiştek nehatiye kirin.

PARLAMENTERÊ HDP'Ê AHMET YILDIRIM, MIJAR XIST ROJEVÊ

Der barê pirsgirêka gaza xwezayî ya Agirî de, Cîgiê Serokê Koma HDP'ê Ahmet Yildirim li Agiriyê di kombûna gel de got, "Hikumeta AKP'ê ev 13 sal in sozên pûç dide. Dibêjin, wê gaza xwezayî bê Agirî. Li Agirî gaza xwezayî heye? Hat? Gaza xwezayî ji vê derê diçe heta Kayserî û Konyayê."

'LI PEY DENGAN E'

Şêniyên Agirî jî ji gotinên Serokwezîrê Tirk Bînalî Yildirim nerazî ne. Gelê Agirî bibîr xist, ku hikumet ev 13 sal in sozên pûç dide, dide pey dengan û destnîşan kirin, ku ew ê bi vê nexapin. Şêniyan gotin, ji ber komira bê kalîte ya ku di demsala zivistanê de hat belavkirin, ew li bajêr nikarin nefesê bigirin û anîn ziman, tevî ku xeta lûleya gaza xwezayî ji Agirî derbas dibe jî, ew ji gazê bêpar in.

'DI REFERANDÛMÊ DE EM Ê HESAB BIPIRSIN'

Şêniyên Agirî gotin, "Weke razemeniyê, qereqol û girtîgehan hêjayî me dibînin. Me ceza dikin" û diyar kirin, ew ê di referandûma 16'ê Nîsanê de hesabê vê bipirsin.