Lingê Sûavî yê 4 salî ku wesayita zirxî lê dabû, jê bû

Sûavî Kiliç ê 4 salî, li Silopiyayê dema dixwest derbasî aliyê din ê rê bibe, wesayita zirxî ya polîsan lê dabû. Lingê Kiliç ê 4 salî jê bû.

Li navçeya Silopiya ya Şirnexê, Nesrîn Kiliç û kurê wê yê 4 salî Sûavî Kiliç likolana Hastane dema hewl didan derbasî aliyê din ê rê bibin, wesayita zirxî ya polîsên Tirk lê da. Nesrîn Kiliç û kurê wê Sûavî Kiliç ku bi giranî birîndar bûn rakirin nexweşxaneyê.

Hate ragihandin ku lingê Sûavî Kiliç ji ber birîna giran jê bûye. Rewşa Nesrîn Kiliç baş e.

Şahidan gotin, wesayita zirxî bi şid diçû û li Nesrîn Kiliç û kurê wê Sûavî Kiliç xist.

Hêzên Tirk ên dagirker salên dawî li gelek bajarên Kurdistanê bi wesayitên zirxî Kurd kuştin.

ÎHD'ê par meha Cotmehê raporek eşkere kir û diyar kir ku 29 kes ji ber êrîşên bi wesayitên zirxî hatine kuştin.