Li Strasbourgê tecrûbeyên şaredariyên Kurdan hate nîqaşkirin

Zanîngeha Strasbourgê bi komxebata bi ser nave “Di Şaredariyên Kurd ên di bin zextên Tirkiyeyê de Dîtin û Nûbûnên Demokratîk ên Xwecihî “modelên rêveberiya şaredariyên Kurdan û rola demokrasiya xwecihî ya li dijî tundiya polîtîk nîqaş kir.

Bi hevkariya Navenda Lêkolînê ya SAGE ya Zanîngeha Strasbourgê û École des Hautes Études en Sciences Sociales (EHESS) ji bo nîqaşkirina nasandina tecrûbeyên şaredariyên gelparêz a Kurdan, girîngiya demokrasiya xwecihî ji bo hemwelatiya Ewropa û bandora wê ya çêker a li ser wê komxabatek hat lidarxistin.

Di komxebatê de hat destnîşankirin ku şaredariyên Kurdan di salên 2000’î de tevî zextên siyasî jî bi rêbazên xwe yên beşdarkirina gel veguheriye navendekî civakî û hat gotin ku li herêmên ku ji tundiyê bandor bûne rolekî çêker girtiye. Hate diyarkirin ku piraniya hevşaredarên van şaredariyan niha an li girtîgehê yan jî li sirgûnê ne.

Di komxebata ku bi beşdariya hevşaredarênê berê, lêkolînerên Ewropî û endamên şaredariyan pêk hat de mijarên demokrasiya xwecihî, nûbûn û tundiya polîtîk bi panel û nîqaşan hat nirxandin.

Di rûniştina li ser navê “Di Demokrasiya Xwecihî De Fêm kirina Nûjeniyê” de zanyarên civakî nêrînên cuda pêşkêş kirin. Ji EHESS’ê Michel Agier plansaziya bajarî, ji Zanîngeha Strasbourgê Patricia Zander demokrasiya bajêr û Ewropayê, Wiebke Keimî li ser tecrubeya çandî û siyasî ya Kurd perspektîfek herêmî, Hamît Bozarslan jî zehmetiyên binyatî û têkiliyên hêzan pêşkêş kir.

Michel Agier rexne li têgihiştina plansaziya bajarî ya otorîter û fonksiyonî ya sedsala 20’an kir.

Wiebke Keim têkiliya tecrûbeya Kurd a bi têgeha “bêpîvanî” re lêkolîn kir û wiha got: “Bêpîvanî ku di civaknasiyê de di wateya teng de tê bikaranîn, li vir ji bo belavkirina hêmanên ku avaniyan nerehet dike tê bikaranîn.” Wiebke Keim diyar kir ku Kurd li dijî polîtîkayên asîmîlasyon û îmhayê yên Tirkiyeyê hebûna xwe parastine.

Hamît Bozarslan jî bi bîr xist ku dema dewleta Tirk ji rêgezên demokrasî û hiqûqê derdikeve, Kurd bi pratîkên xwe yên demokrasiya xwecihî tiştên ku windakirine dîsa bi dest dixin. Bozarslan diyar kir ku rêveberiyên xwecihî bi kesayetên wekî Şêx Saîd, Seyîd Riza û Ahmedê Xanî bîra Kurd diparêzin.

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê yê berê Osman Baydemîr jî xizmetên civakî ya di bin zextên rejîma qeyûmê de ragihand û wiha got: “Dewlet ji bo astengkirina Kurdîtî û rêveberiya xwecihî rejîma qeyûmê xist dewrê.”

QEYÛM Û BERXWEDAN

Rûniştina duyemîn jî bi sernavê “Di Îcada Pergalên Demokrasiyê yên Xwechî de Polîtîkayên Xwecihî” pêk hat û moderetoriya wê Gilbert Vincent ê ji Zanîngeha Strasbourgê kir. Hevşaredara Cizîrê ya berê Leyla Îmret, Hevşaredara Wanê ya berê Bedia Ozgokçe Ertan û Hevşaredarê Sûrê yê berê Abdullah Demîrbaş jî di rûniştinê de amade bûn.

Leyla Îmret diyar kir ku wan di sala 2014- 2016’an de li Cizretê modela rêveberiyekî ku rasterast li ser beşdarbûna gel e pejirandine û wiha got: “Me bi avakirina meclîsên taxan armanc kir ku demokrasiya xwecihî belav bikin. Divê mafê axaftinê ya jin, ciwan û her kesê heba.”

Bedîa Ozgokçe Ertan jî diyar kir ku polîtîkayên qeyûmê darbeya li îradeya gel e û got: “Li Wanê çavkaniyên şaredariyên gelparêz hatiye talankirin.

Abdullah Demîrbaş jî modela şaredariya ku wan di salên 2004-2014’an de li Sûrê pêk anîne ragihand.

Çalakî bi pêşniyarên çareseriyê ya beşdaran bi dawî bû. Di komxebatê de xurtkirina demokrasiya xwecihî, piştevaniya modelên rêveberiya xweser û bangên piştevaniya navneteweyî ya li dijî polîtîkayên qeyûmê derket pêş.