Li Zapê rêze çalakiyên gerîla

Hêzên gerîla, danê vê sibehê li herêma Zapê gelek çalakî li dijî artêşa Tirk lidar xistin.

Artêşa Tirk ku hewl dide herêma Zapê ya Başûrê Kurdistanê dagir bike, li pêşberî gerîla niha gavekê bavêje.

Nûçegihanên ANF'ê yên vî şerî dişopînin ragihandin, îro danê sibehê hêzên gerîla 3 çalakiyên cuda lidar xistin.

Li gorî vê yekê;

Li gorî dema herêmê saet di 11:00 de, li hemberî leşkerên Tirk ên li herêma Qela Bedewe bi cih bûbûn, çalakiya sekvaniyê hate kirin û leşkerek hate kuştin.

Hêzên gerîla her wiha li 2 helîkopterên hewl didan leşkeran li girê Şehîd Mûnzûr deynin reşandin. Helîkopterên artêşa Tirk bêyî ku leşkeran deynin neçar ma ji herêmê biçin.

Wekî din, îro saet di navbera 07:15 û 09:30 de li girê Şehîd Xeyrî û Qela Bedewe bi çekên sekvanî û giran çalakî hate lidarxistin. Di van çalakiyan de 3 leşker hatin kuştin.