Li Zapê 3 dagirker hatin cezakirin

Çalakiyên gerîlayên HPG û YJA Starê bênavber dewam dikin. Li Zapê di çalakiyan de 3 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin. Derb li 7 çeperan hate xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên hêzên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Li herêma Zapê;

29'ê Tebaxê saet di 06:30'î de li Qada Berxwedanê ya Kokerê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Dagirkerek hate cezakirin.

31'ê Tebaxê saet di 06:30 de li Qada Berxwedanê ya Sîdayê bi çekên giran li kepçeyeke dagirkeran hate xistin ku hewl dida çeperên me hilweşîne. Di encamê de karê kepçeyê hate rawestandin.

Li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

30'ê Tebaxê saet di 07:30 û 17:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Derb li 2 çeperan ahte xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

30'ê Tebaxê saet di 13:50'î de li Qada Bexwedanê ya Girê Cûdî bi sûîqestê li dagirkeran hat xistin. Dagirkerek hate cezakirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

30'ê Tebaxê saet di 15:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi sûîqestê li dagirkeran hate xistin, dagirkerek hate cezakirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

30'ê Tebaxê saet di 16:50'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi sekvaniyê li dagirkeran hate xistin, dagirkerek birîndar bû. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

30'ê Tebaxê saet di 17:10'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin. Derb li 2 çeperan hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

30'ê Tebaxê saet di 22:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li çepereke dagirkeran hate xistin.

31'ê Tebaxe saet di 00:10 û 01:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin, derb li 2 çeperan hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker bi vî rengî ne;

Herêma Zapê, Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl bi topan hatin bombekirin."