Li Zagrosan çi diqewime?

Di operasyona artêşa Tirk a bi pêşengiya cerdevanan de, ku li herêma Barzanê dimeşîne, gelek kuştiyên artêşê çêdibin. Dewleta Tirk qala qedandina gerîla dike, lê rewşa li ser rûyê erdê nîşan dide, ku leşker nikarin xwe biparêzin.

Bi mehan e em şerê li Herêmên Parastinê yên Medyayê diqewime dişopînin. Hem agahiyên ji çavkaniyên herêmî û gerîla werdigirin, hem jî tiştên ku em bi çavên xwe dibînin, rûyê rast ê şer nîşanî me didin. Ligel propagandayên berevajîkirina rastiyan ên dewleta Tirk jî, însiyatîfa şerê li çiyayên Kurdistanê di destê gerîla de ye. Tevî ku artêşa Tirk li hin giran bi cih dibe û propaganda vê yekê diek jî, ev rewş ji bo gerîla tiştekî nagiruherîne. Hunera şer û rêbaza liv û tevgerê ya gerîla mayina li cihekî nîne. Timî cih diguhere û bê navbera çalakiyan dike. Operasyona li herêma Barzanê û şerê li Xeregolê ya li herêma Zapê vê yekê bi rengekî berbiçav nîşanî me dide.

ARMANCA JI OPERASYONÊ ÇI YE?

Çiyayên Zagrosan ji bo gerîlayên Kurdistanê nebe nabe. Ji roja ku dest bi têkoşîna azadiyê kirine û vir ve gerîlayên Kurdistanê li çiyayên Zagrosê bi cih bûne. Herêmeke dijwar e, newalên xwe kûr e û zinarên wê gelekî bilind in. Li gel dijwariya vê erdnîgariyê jî, gerîla heta roja îro şerê xwe dewam kir.

Hêzên gerîla di nava şert û mercên giran ên herêmê de, di her firsendê de li hemberî operasyonên artêşa Tirk û qereqolên leşkerên Tirk çalakiyên bi bandor li dar xistin. Di her çalakî û şer de gelek kuştiyên artêşa Tirk çêbûn. Di hemû operasyonên dagirkirinê de ku bi rojan propaganda wan dihate kirin, neçar ma ku xwe vekişîne. Artêşa Tirk niha li çiyayên Zagrosan, tenê ji bo xwe biparêze kalekol çêkiriye. Lê belê ev kalekol jî nikarin li pêşiya çalakiyên gerîla bisekinin.

Bi operasyona 27'ê Îlonê ya li herêma Barzanê re hat xwestin ku bandor li rêbaza liv û tevgerê ya gerîla bikin û pêşî li çalakiyên gerîla bigirin. Operasyona tê kirin, operasyona parastina xwe heye. Ew gotinên 'em ê gerîla biqedînin, wê careke din kes navê PKK'ê nîne ziman' ji bilî propagandayeke pûç, nayên ti wateyê. Ya ku li çiyayên Kurdistanê tê dîtin ev e. Gotin di cih de be, 'hemû saziyên dewletê seferber bûne û hewl didin namûsa dewletê rizgar bikin'. Soza namûsê hatiye dayin, yê ku ev soz daye jî wezîrê karên hundir ê vê dewletê ye. Lê karên li ser rûyê erdê ewçend hêsan nîne. Çalakiyên gerîla û operasyonên tên pûçkirin, dewleta Tirk hê bi hêrs dikin. Welê lê hatiye, ku êdî sivîl an jî gerîla jê re ne xem e. Her mirovekî Kurd bûye hedef ji dewlet Tirk re.

BÎLANÇO GIRAN E, PSÎKOLOJIYA LEŞKERAN XERA BÛYE

Artêşa Tirk, ligel obus, hawan û tankên ji teknolojiya pêşketî, bi SÎHA (balafirên bê mirov ên bi çek), balafirên keşfê û yên şer timî bombeyan li herêmê dibarîne. Tevî vê bomberdûman û çekên teknolojîk jî, gerîlayên HPG û YJA Starê bê navber çalakiyan li dar dixin û artêşa TC jî her kuştiyan dide. Di hefteya destpêkê ya operasyona dagirkirina Barzanê de 35 leşkerên Tirk hatin kuştin. Bêguman hejmara kuştiyên leşkeran roj bi roj zêde bû. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin bidestxistin, hejmara leşkerên Tirk ên mirine gelekî zêde ne.

Operasyon hê dewam dike û yên pêşengiyê ji vê operasyonê re dikin cerdevanên Gerdiya ne. Ji xwe dema cerdevan nebe, leşker li herêmê winda dibin. Ligel cerdevanan, sewqiyateke zêde ya leşkerî tê kirin. Bi rêya vê yekê, yekîneyên leşkerî yên derbê dixwin tên vekişandin û li şûna wan yekîneyeke nû tê bicihkirin. Piştî her çalakiya li dijî yekîneyekê, psîkolojiya leşkeran xera dibe û nema dikare şer bike. Ji ber ku leşker nikarin li çeperê bimînin, leşkerên haya xwe ji rewşê nîne, tînin.