Li Xurmatû li şûna qeymeqamê Kurd yekî Tirkmen danîn

Li Xurmatû îro bêyî ku endamên Kurd hazir bin meclîsa navçeyê civiya û qeymeqamê Kurd ê navçeyê Şelal Ebdûl li peywirê standin, li şûnê jî Hesen ZeyneL El Abidîn ê Tirkmen danîn.

Li Xurmatû ya bi ser bajarê Selahaddînê ve ku artêşa Tirk û hêzên Heşdî Şebî yên bi ser wê ve 16’ê Cotmeha 2017’an bi dest xistibûn îro meclîsa navçeyê bêyî endamên Kurd civiya, qeymeqamê Kurd Şelal Ebdûl ji kar stand û li şûna wî Hesen Zeynel El Abidîn ê Tirkmen danî.

Ji bo civînê bang li endamên Kurd ê meclîsê nekirin, ku meclîs ji 21 endaman pêk tê û Kurd, Ereb û Tirkmen her yekê bi 7 endaman têne temsîlkirin. Meclîs bi tevlêbûna 11 endamên Tirkmen .û Ereb civiya û Şelal Ebdûl ji kar stand. Tê gotin Hesen Zeynel El Abidîn Tirkmenê Şiî ye û di nav Tûgayên Bedîr de, ya bi ser Heşdî Şebî ve, xebatan dike.

Balkêş e ku şandeyeke Tirk, ku di nav de endamên MÎT’a Tirk jî hebun beriya bi çend rojan hatibûn Kerkûkê, li Kerkûkê bi Ereb û Tirkmenan re rûniştibûn û îro qeymeqamê Xurmatû ji kar hate standin.