Li Xirabê Baba înfaz, êşkence, binçav û nebedîkirin

Dorpêça çeteyên AKP/Qesrê ya li gundê Xirabê Baba didome. Hate diyarkirin ku li gund 3 kes hatine înfazkirin, 39 kes bi êşkenceê hatine binçavkirin, agahî ji 2 kesan jî nayê wergirtin.

Li gel ‘qedexeya derketina derve’ ya ji bo 1 rojê li gundê Xirabê Baba a  Nisêbînê ya Mêrdînê rabû jî, ku qedexe 11’ê Sibatê hatibû ragihandin, dorpêça hêzên dewletê li ser gund didome. Bi gund re ti têkilî nehatiye danîn lê tê diyarkirin ku li gund 3 kes hatin înfazkirin. Hate gotin ku yên ku hatine binçavkirin piştî êşkenceya giran anîne emniyetê.

BINÇAVKIRIN Û ÊŞKENCE

30 kesên ku beriya werin binçavkirin êşkence li wan hate kirin û dîsa 9 kesên ku li meydana gund êşkence li wan hate kirin anîn emniyetê. Nayê zanîn bê ka 2 kes bi kû ve birine.

Kesên ku li Şûbeya TEM’ê hatin binçavkirin ev in: Huseyîn Toy, Gulbahar Toy, Canê Gokturk, Nîhat Gokturk, Songul Koçhan, Telfa Koçhan, Emîne Gokturk, Alî Gokturk, Haydar Golçik, Sefkan Bayhan, Turkan Bayhan, Şevkî Akat, Halîl Zengîn, Abdulavahap Zengîn, Abdulmecît Yakut, Şakîr Yakut, Hasan Bayhan, Rifat Bayhan, Mehmet Tahir Gorgun, Baran Gorgun, Îsmaîl Ay, Osman Dogan, Abdullah Dogan, Alî Gorgun, Hatîn Tunc, muxtar Ferhan Bayhan, Şukru Gorgun, Necmîa Gorgun, Îsmaîl Tunc.

 Hate diyarkirin yên ku li meydana gund êşkence li wan hate kirin û birin TEM’ê Sabrî Gorgu, Behçet Koçhan, Vasfî Dogan, Ferhan Dogan, Edîp Ay, Mecît Bal, Halît Toy, Mehmet To, Şukru Koçhan in.
Nayê zanîn bê ka Suleyman Yakut û Mehmet Bal ku piştî li gund êşkence li wan hate kirin birine kûderê.
Zahîr Dogan (60) û Hanîfe Dogan (55) ku diyarkirin êşkence li wan hate kirin piştre serbest hatin berdan.