Li Xelatê seferberiya hilbijêrên Tirk û guhertina demografiyê

Desthilata AKP-MHP'ê gefan li karkeran dixwe ku xaniyên ji bo Tirkên Ahiskayî tên çêkirin beriya hilbijartinê bên temamkirin.

Li navçeya Xelat a Bedlîsê înşeata 300 xaniyên ku ji bo koçberan tên çêkirin, tevî serma zivistanê dewam dike.

Tê zanîn ku di navbera 3000 û 5000 koçberên Ahiskayî ên Tirk ên ku wê xaniyên li Xelatê tên çêkirin bên bicihkirin, li Xarpêtê li otêl û saziyên dewletê tên sekinandin. Dewleta Tirk ji bo demografiya navçeya Xelatê biguherîne, di sala dawî de 500 xanî bi TOKÎ'yê da çêkirin û bi hezaran Tirk li van xaniyan hatin bicihkirin. AKP’ê di sala 2022’an de li Xelatê 200 xanî çêkir û  2500 Tirkên Ahiskayî li van xaniyan bi cih kir. Dîsa armanc dikin ku 3500 kesî di 300 xaniyên ku niha tên çêkirin de bi cih bikin. Ev jî nîşan dide ku tenê îsal nêzîkî 5500 kes hatine bicihkirin.

Walîtiya Bedlîsê tevî serma zivistanê hewl dide înşaetê beriya hilbijartinê temam bike. Waliyê Bedlîsê li gel leşkeran karker li şantiyeyê kom kir û gef li wan xwar û got: “Hewce ye înşeata 300 xanîyî  di nava mehekê de bê qedandin û koçber bên bicihkirin. Nexwe Kurd wê şaredariyê bi dest bixin. Karkerên ku nexebite wê were binçavkirin."

BI DEK Û DOLABAN ŞAREDARÎ BI DEST XIST

Desthilata Tirkan li Xelatê 2014’an dest bi lîstikên hilbijartinê kir. Di hilbijartinên herêmî de Abdurahman Dogar ê namzetê Partiya Aşitî û Demokrasiyê (BDP) bi ser ket. Her çend encamên hilbijartinê eşkere jî bûn, piştî hevdîtinê AKP'ê û Desteya Hilbijartinê ya Navçeyê gotin, di hilbijartinê de namzetê AKP'ê bi ser ketiye. Heman tişt di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adara 2019’an de jî pêk hatibû.

BAJARÊ KU EV 100 SAL E LI BER XWE DIDE

Dewleta Tirk a ku nikare gelê Bedlîsê biçewisîne û asîmîle bike, dixwaze koçberan li bajêr bi cih bike. Di salên 2016 û 2017’an de 3000 Tirkên Ahiskayî ku ew ji Ûkraynayê anîn, li navçeyên Xelat a Bedlîsê û Çimîna Erzinganê hatin bicihkirin. Desthilata AKP'ê di navbera salên 2015 û 2023'yan de nêzîkî 25000 Tirk li navçeya Xelatê bi cih kirin. Dewleta Tirk beriya niha jî li gelek navçeyên Kurdistanê yên wekî Elcewaz, Erdîş, Qelqelî û Dûtaxê Tirkên ku ji derve anîbûn, li van navçeyan bi cih kiribû.