Li Wêranşar û Xelatê 4 kes hatin girtin, 6 kes jî hatin destgîrkirin

Ji 9 kesên li Wêranşarê hatibûn destgîrkirin 4 kes hatin girtin, li Xelatê jî 6 HDP’yî hatin destgîrkirin.

Piştî karûbarê 9 kesên li navçeya Wêranşar a Rihayê hatibûn destgîrkirin û şûnde li qereqola jendermeyan bidawî bû, sewqî Edliyeya Rihayê kirin. Li vir Hişman Cîn, Mûrat Çalagan, Serdar Dodikanli, Faysel Adal, Denîz Ûlûmasan, Îbrahîm Halîl Kûdîn, Şeyhmûs Egemen, Îsmaîl Yetkîn û Sadet Çeken îfade dan.

Piştî îfadeyê Denîz Ûlûmasan, Îbrahîm Halîl Kûdîn, Şeyhmûs Egemen, Hişman Cîn bi îdîaya ‘Heqaret li dewletê kirin’ û ‘Propagandaya rêxistinkirinê’ sewqî dadgehê hatin kirin. Yetkîn, Adal, Dodikali, Çalagan û Çeken hatin berdan.

Dadgehê biryara girtina 4 kesan da û şandin Girtîgeha Tîpa T a Hîlwanê.

XELAT

Li navçeya Xelat a Bedlîsê jî 6 HDP’yiyên ku dema li şûna afîşên çiryayî yên nû lê dida, ji aliyê polîsan ve hatin destgîrkirin.

Mesût Gunbay, Erhan Gunbay, Ziver Gunbay, Semseddîn Gunbay, Cevdet Gunbay û kesekî ku navê wî nehate zanîn birin Miduryeta Emniyetê. Sedemê destgîrkirina wan nehate zanîn.