Li Wanê xebatên ‘NA’ didomin

Rêxistinên Bajarê Wanê yên HDP û DBP’ê amadekariyên Newrozê didomînin. Di ziyaretên gel ên di çarçoveya amadekariyan de, HDP û DBP’ê hemû kes vexwend qada Newrozê.

RIYA ARMÛŞÊ

Di çarçoveya Newroza 21’ê Adarê û referandûma wê di 16’ê Nîsanê de pêk werin, Alîkarê Serokê Giştî yê HDP’ê û Parlementerê Wanê Nadir Yıldırım û rêveberên bajêr û navçeyan ên rêxistina HDP û DBP’ê civînên gel li dar xistin. Yıldırım di vir de axivî û diyar kir ku, em a niha ji her demê xurttir in.

Xebatên pîrozbahiyên Newroza Wanê ya ku wê di 21’ê Adarê roja Sêşemê were pîroz kirin û referandûmê didomin.

Di çarçoveya xebatan de, Alîkarê Serokê Giştî yê HDP’ê û Parlementerê Wanê Nadir Yıldırım û rêveberên bajêr û navçeyan ên rêxistina HDP û DBP’ê li navçeya Riya Armûşê li Taxa Şafakê civîna bi gel re li dar xistin. Di hevdîtina mala gel de, hemwelatiyan eleqeyeke mezin nîşan dan. Yıldırım, li vê derê gel vexwend pîrozbahiya Newrozê.

 

KURD JI HER DEMÊ XURTTIR IN

Yıldırım ê ku di hevdîtina bi gel re diyar kir ku, gelê Kurd a niha jî gelekî xurt e û got ku, “Kurd tu carî ev qasî ne xurt bûn. Bi pêşengiya gelê Kurd, gel ber bi azadiyê ve dimeşin. Şoreşa Rojava ya ku Kurd pêşengiya wê dikin, bûye şoreşa hemû gelan.”

AKP JI QAWETÊ DIKEVE

Yıldırım diyar kir ku, desthilatdariya AKP’ê roj bi roj ji qawetê dikeve û got, “AKP di serdema xwe ya herî qels de ye. Em jî di serdema xwe ya herî xurt de. Ji ber vê jî heta ku ji destên wan tê, şer kûrtir dikin. Ev ji ber qelsiya wan e. Di qadên navneteweyî de tu qîmeta wan nemaye. Di warî siyasî de jî têk çûne. Wekî aborî, her tiştê wan ji destê wan çûne. Hemû mal û milkên dewletê derdixin ber firotanê. Di destê wan de tenê nîjadperestî maye. Tenê MHP maye ku bi wan re tifaqê bike. Ji bo ku karibin pêşiya kurdan bigirin vê tifaqa nîjadperest û faşîst dikin. Gelê Tirk jî ji wan aciz bûye. Êdî hêviyê ji me dikin. Ji ber vê jî Newroza 2017’an girîngiya xwe ya dîrokî heye. Her Newroz me gaveke din ber bi pêş ve dibe û di vê Newrozê de jî wê wisa bibe. Em qîrîna xwe ya azadiyê çiqasî mezin bikin, ew ê jî di referandûmê de ewqasî bihelin.”

Yıldırım herî dawîn jî gel vexwend Newroza Wanê ya ku wê di 21’ê Adarê de li ber Keleha Wanê were pîroz kirin.

 

BELAVOK LI GEL BELAV KIRIN

Alîkarî Serokê Giştî yê HDP’ê Nadir Yıldırım, Hevserokê HDP’ê yê Bajarê Wanê Yakup Ataş, Parlementerê Wanê yê HDP’ê Adem Geverî li riyên şên ên wekî Cumhuriyet û Maraşê belavok li gel belav kirin û ew vexwendin Newrozê.

 

ARTEMÊT

Endamên partiyê yên ku ji bo xebata Newrozê li taxan digeriyan, hemwelatiyan bi dîmenên rengîn ew pêşwazî kirin.

Rêxistina  HDP’ê ya Navçeya Artemêtê ya Wanê di çarçoveya xebatên Newrozê de ew û gel hatin gel hev. Parlementerê HDP’ê yê wanê Lezgin Botan, Hevşaredara Artemetê Rojbin Sevil Çetin a ku qeyyûm li şûna wê bi cih kirin û heyeta Alman a ku ji bo şopandina pîrozbahiyên Newrozê hatibûn Wanê, li nav taxan geriyan. Şêniyên taxê û esnafên Artemêtê jî vexwendin Newroza ku 2 rojên din were pîroz kirin.

ELEQEYEKE MEZIN JI BO HEYETA ALMAN

Endamên partiyê, berê çûn sersaxiyeke li Taxa Dilkayayê û li vê derê gihiştin gel. Heyeta Alman a ku bi gel re sohbet dikir, bi hemwelatiyan re wêne girtin û fikrên wan ên li ser Newrozê pirsî.

 

BI GEL RE GOVEND GERANDIN

Piştî sersaxiyê endamên partiyê çûn taxa Çiçekliyê û li vê derê broşurên Newrozê belav kirin û li ser ‘NA’yê sohbet kirin. Endamên partiyê û heyeta Alman li ber qesabxaneyekê bi stranan govend gerandin. Esnafên derdorê bi tilîlîyan beşdarî govendê bûn, wesayîtan jî bi lêdana kornayê, piştgirî da. Gel ê ku muzîka Newrozê bihîstin, wesayîtên xwe dan sekinandin û li ser encamên referandûmê bi endamên partiyê re sohbet kirin. Xebatên Newrozê bi serdana Taxa Şehît Firat û esnafan domiya.

 

TÛŞBA

Parlementera HDP’ê ya Wanê Bedia Özgökçe Ertan û endamên Meclîsa Şaredariya DBP’ê li gundên bi ser Tûşbayê çûn serdana gel û gel vexwendin Newrozê ya ku wê roja Sêşemê were pîroz kirin.